Hevşaredarê Qereyazî ya Erziromê Burhanettîn Şahîn, endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Qereyazî polîsan doh serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Polîs li malan geriyan û her tişt serûbin kirin. Piştî lêgerîna li malan polîsan Hevşaredarê Gogsiyê Burhanettîn Şahîn, encûmenên şaredariyê Yuksel Kişin, Erdal Bayram, Mahmut Çîmendag, encümene Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Latîf Karakuş, rêveberên Nurî Kandemîr û Namet Yilmaz, encûmenên berê yên berê Erdem Kaya û Cemîl Oran û her wiha welatiyê bi navê Erol Mahçup binçav kirin.
ANF/ERZIROM
HDP’ê dest bi xebatên ‘Destûra bingehîn a demokratîk’ kir. Li gorî vê HDP wê bi saziyên sivîl ên civakî, komên bîr û baweriyê û rêxistinên jinan re bicive.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê û Meclîsa Partiyê pêr li navenda HDP’ê bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî civiya. Di civînê de biryara destpêkirina ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk ‘ hate dayîn. Di civînê de qala mijarên wekî seferberiya rêxistinbûnê û destûra bingehîn a demokratîk hate kirin û Bendava li Heskîfê û kêşeyên li girtîgehan jî hatin nîqaşkirin.
Bi pêşengiya Serokwekîlê Meclîsê yê HDP’ê Mîthat Sancar ji bo xebatên ‘Destûra bingehîn a demokratîk’ komek jî hate avakirin. HDP’ê wê bi xelkê re jî civînan çêbike. Wê bi saziyên sivîl ên civakî, komên bîr û baweriyê û rêxistinên jinan re bicive.
Di civînên HDP’ê de qala qirkirina ekolojiyê jî hate kirin. Parlementerên HDP’ê ji bo ku Heskîf di bin avê de nemîne wê di 13’ê Tîrmehê de daxwazên xwe li wê derê bînin ziman.
ENQERE