Piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ser Rojava, li Mêrdîn û navçeyên wê operasyonên binşavkirinê  jî dewam dikin. Polîsan doh li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Polîsan bi ser mala Hevşaredar Semîre Nergiz û çûn gundê Zorava jî bi ser mala Hevşaredar Ferhat Kut de girtin û û her du hevşaredar kirin binçavan. Her wiha polîsan bi ser “Maseya Krîzê” de jî girt, ya ji bo mexdûriyeta xelkê Nisêbînê ve hatibû avakirin . Polîsan dema bi ser vir de girt, li xebatkarên maseya krîzê da. Diyar bû ku polîsan pozê xebatkarek şaredariyê şikandin û zeniya xebatkerekî birîndar kirine. Li Colemêrgê jî polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girt. Di heman wextê de polîsan bi ser mala Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman de jî girt. Karaman kirin binçavan.

 

ANF/COLEMÊRG/MÊRDÎN