Li Raco û Kobanê hevserokên Kominan ên nû hilbijartî sûnd xwar û dest bi wezîfeay xwe kir. Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriye bi dirûşmeya “Komin dibistana Demokratîk û Rêveberiya Xweser e, bi keda jinê em ê sîstema Federaliya Demokratîk ava bikin” civînek ji hevserokên kominan ên herêma Raco re li dar xist.

Civîn bi armanca ku hevserokên kominan soza pêkanîna erka xwe bidin, li salona Mîr a herêmê hate lidarxistin. Di civînê de 214 hevserokên kominên girêdayî herêma Raco, endamên Desteya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, hevseroka Meclîsa TEV-DEM‘ê ya kantona Efrînê Dalya Henan, hevserokatiya Meclîsa Gel a herêma Raco Fedîle Ehmed û Cemal Bekir amade bûn.


Ji bo hêsankirina kar hevkarî

Piştî rêzgirtinê, rêziknameya sîstema kominal bi Kurdî û Erebî ji aliyê endamên Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Bakurê Sûriyê Henîf Seyîd û Rîm Qermo ve hat xwendin.

Di civînê de endama Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Rohilat Arif girîngiya avabûna kominan destnîşan kir û got, komin bingeha sereke ya sîstema federaliya demokratîk e.

Rohilat Arif anî ziman ku ji hevserokên kominan re civînên asayî wê werin lidarxistin û got, piştî merheleya yekemîn a hilbijartinên kominan, hilbihartinên meclîs û şaredariyan jî wê pêk bên û di navbera wan de hevkarî wê hebe da ku kar hêsan be.

Hevserokên kominan sonda pêkanîna erka xwe ya xizmeta gel xwar. 


Hevserokan li Kobanê jî sûnd xwar

Hevserokên komînên bajarê Kobanê û xeta rojavayê kantona Kobanê jî li pêşiya endamên Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê sûnd xwar.

Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Federaliya Bakurê Sûriyê doh li bajarê  Kobanê ji hevserokên kominên bajarê Kobanê û xeta rojavayê kantona Kobanê ya herêma Feratê re ku di hilbijartinên hevserokatiya kominan de 22’yê Îlona hatin hilbijartin, yekemîn civîn li dar xist.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Hêlîn Hacim û hevserokê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Kobanê Ehmed Şêxo gelek perspektîfên hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê xwendin.


Şaşiyan dubare nekin

Di van perspektîfan de hate xwestin ku divê hevserokên kominan bi baldarî bixebitin û şaşîtiyên ku di kominên berê de hatine kirin, dubare nekin. Her wiha kominên xwe di hemû aliyên civakî û rêveberiyê de bi rêxistin bikin û ji hevserokan hat xwestin ku bi berpirsyarî nêzî xebatan bibin û komînên xwe bi ser bixînin.

Piştî ku perspektîf bi Erebî û Kurdî hatin xwendin, hevserokên kominan sûnda fermî xwar ku ew ê hemû erkên li ser milên xwe bi berpirsyarî pêk bînin. 


ANHA / KOBANÊ-EFRÎN