Duh êvarî şanda PYD’ê ya ji hevseroka PYD’ê Asya Abula, nûnerê Yekitiya Star ya başûrê Kurdistanê Nûjîn Yusif û nûnerê PYD’ê yê başûrê Kurdistanê Xerîp Hiso pêk dihat, serdana polîtburoya YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê kirin.
Şanda PYD’ê ji aliyê Mele Bextiyar ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de hevseroka PYD’ê Asya Abdula destpêkê ji malbata fermandarê pêşmergeyan Şehîd Hisên Mensûr, Şêrko Fatih Şiwanî û hemû şehîdên Kurdistanê re sersaxî xwest.
Di hevdîtinê de serkeftina Kobanê, rol û hevgirtina şervanên YPG/YPJ û pêşmergeyan guftûgo hatin kirin. Di hevdîtinê de berpirsê kargêriya polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar piştgiriya xwe ji bo Kobanê anî ziman û rola PYD’ê ya di berxwedanê de erênî nirxand û spasiya wan kir.
Li gorî zanyariyan di hevdîtinê de rewşa siyasî, pêşeroja Suriyeyek demokratîk û rewşa berxwedana Rojava, Kerkûk û Şengalê hat guftûgokirin.
ŞOREŞ BENEK / SILÊMANÎ