Civîn li Komeleya Çandê ya Dîvrîgî pêk hat û destpêkê endama Meclîsa Jinan a HDK-HDP’ê Dîlek Yagli axaftin kir. Yagli da zanîn ku di roja 1’ê Îlonê de jî li Tirkiye û Rojhilata Navîn li dijî jinan êrîşên cidî pêk tên û got: “Ji bo paşdexistina qezencên têkoşîna azadiya jinê, êrîş bi awayekî sîstematîk pêk tên. Ne li Tirkiyeyê û ne jî li Rojhilata Navîn emê destûrê nedin polîtîkayên dijminê jinan. Endama Lijneya Rêveber a HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî da zanîn ku bila 1’ê Îlonê aştî û biratiyê bîne. Tuncel destnîşan kir ku di şeran de jin wek ganîmet tên dîtin û diyar kir ku divê jin di eniya herî pêş a aştiyê de cih bigire û ev peywira sereke ye.


´Li dijî gelan şer dikin´

Yuksekdag diyar kir ku li Rojhilata Navîn li dijî gelan şerekî dijwar tê meşandin û herî zêde jî jin berdêla vê didin.Yuksekdag wiha got: “Li Rojhilata Navîn ne terê şerê mezhebî, ya zayendî tê jiyîn. Gelên Sunnî, Şîî, Xiristiyan û Misilman tînin hemberî hev. Li aliyê din jî li ser cudakariya jin û mêran şerê zayendê tê meşandin. Li Tirkiyeyê jî li dijî jinan şerekî siyasî tê meşandin. Ji ber piştgiriya hikûmetê êrîşkariya li dijî jinê her roj zêde dibe û her roj qirkirina jinê rû dide. Ez zilma li hember jinê di alî hiqûqî de jî tê meşandin û herî dawî jî li dijî pergala hevserokatiyê êrîş tê meşandin."

´Ew nedane bistînin´

Yuksekdag bi lêv kir ku pergala hevserokatiyê bi saya têkoşîna biryara tevgera azadiya jinê gihişt destûra bingehîn û got: “Hevserokatî ji aliyê desthilatdariya siyasî nehatiye dayîn. Me bi saya wan qezenc nekiriye ku, em bi saya wan winda bikin. Emê tu car winda nekin, em vê baş dizanin. Em dizanin ku me çawa qezenc kir. Êrîşa li dijî pergala hevserokatiyê şermeke desthilatdariya siyasî ye. Emê vê êrîşa dijminê jinê ye beralî bikin.” Yuksekdag hemû jinên ku di her qada siyasî de têkoşînê dimeşînin silav kir û got: "Jinên Şengalê, Nînova, Gazze, Tirkiye û Kurdistanê wê li dijî şer, nirxên mirovahî û jinan bilind bike û qezenc bike. em bi aştiyeke jinan bawer in. Em ê di vê rêyê de berdewam bikin.”

STENBOL