Saman Resûl Hemed ji herêma Raperîn e û di şerê 20´ê Nîsanê de li gundên derdora navçeya Daqûq a Kerkûkê birîndar bûbû. Saman Resûl got: “Mixabin hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bernameyek ji bo pêşmergeyên di şer de şehîd û birîndar dibin tûne ye. Gelek kes hene pêwîst e bibin derveyî welat, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayî alîkariya wan nake.”

Pêşmerge Saman Resûl bal kişand ser rolê gêrîlayan di şer de û got: “Gêrîla di parastina xaka başûrê Kurdistanê de bi roleke mezin radibin. Bi taybetî li Şengal û Kerkûkê. Ji bo em îro li hemberî çete û hemû dijminên gelê kurd û mirovatiyê bi ser kevin, pêwîstiya gelê kurd bi Kongreya Neteweyî heye.”

Pêşmerge Elî Hemedemîn Xidir ku ew jî ji herêma Raperîn e, rexne li hikûmet û nexweşxaneya girtin ku wekî pêwîst alîkariya wan nakin. Elî Xidir got: “Wekî pêwîst li nexweşxaneyan alîkariya pêşmergeyan nayê kirin. Heta niha ti kes û aliyekî siyasî serdana min nekiriye. Pirsa halê me nakin. Lewra ez bi rêya we daxwaz dikim ku êdî bila berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê bes fikra berîka xwe bikin. Bila alîkariya malbatên pêşmergeyên şehîd û birîndar bikin.”


Çûn serdana pêşmergeyan

Pêr şandeke Tevgera Azadî ya Herêma Raperînî çû serdana pêşmegeyên di dema rizgarkirina gundên derdora Daqûqê de li hember çeteyên DAIŞê birîndarbûyîn.

Di serdanê de endamê Tevgera Azadî Seyîd Xalid axaftinek kir û got: “Îro bi saya berxwedana pêşmerge, gerîla û şervanan li başûr û rojavayê Kurdistanê roj bi roj destan û qehremantî, li hember çeteyan tê nivîsîn.”

Seyîd Xalid got, ev şer ne tenê şerê pêşmerge, gerîla û şervanan e, şerê tevahiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e û her kes divê bi rengê dikare destekê bide. Şanda Tevgera Azadî şîfa xêrê ji pêşmergeyên birîndar re xwest.


MİHEMED HESEN/ROJNEWS/ RANYA