Şemiya bihurî komedyenê Kurd ê li Brîtanyayê, Kae Kurd stand-up a xwe ya taybet kir. Gelek henek jî li ser Kurdbûna xwe malbata xwe kirin. Ji ber ku ew yekemîn e ji civata Kurd ku komediya stund-upê li brîtanya dike, behsa bihurîna ji sînoran dike.
Kae Kurd yan jî bi navê xwe yê medenî Koreng Ebdula, komediyenekî Kurd ê li Brîtanyayê ye. Gava malbata wî pena xwe gihand Brîtanyayê, ew hîna zarok bû. Tevî ku ew li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Seqizê ji dayik bûye, ew kurê malbateke ji Başûrê Kurdistanê ye. Bavê wî li dijî rejîma Sedam Huseyin şer kiriye. Bi vê paşxana xwe çîrokeke Kae Kurd heye ku yekane ye, û dikare ji awireke kêmdîtî jî vê çîroka xwe bibêje.
Di stand-upa xwe ya taybet de, li taxa Londonê Greenwichê, li klupa navdar a komediyê Up The Creekê, wî gelek henek li ser şerê Kurdan li dijî DAIŞ´ê, krîza penaberan a giştî û çanda populer kirin. Wî ev henekên xwe bi navê Kae Kurd hewasa we Kurd dike, li ser youtube jî weşandin.
Li gorî pirraniya rexnegiran “mixabin” ew pirr kêm caran behsa vê dike, û ku behs dike jî “di asteke welê de ku rêya xwe ber bi îhtiyatê ve şaş dike û gelek ji wê behsê jî tahmsar dibe.”
Henekên li ser qehweyên ganstayan
Ya ku ew bêhtir dike, gazinên ji veguherêna bajêr in tevî henekên penîrê helûmî û ciwanên “gangsta” yên ku li taxa wî qehweyên bi navên ecêb vedixwin. Helbet di nava mijarên wî yên henekan de ew ên ku dengên xwe ji bo Brexitê erê dayî jî hene: “Em di du şerên cihanê de bi ser ketin- weke ku wan tiştek kiribe.”
Ji jiyana xwe ya ferdî jî têra xwe henekan dike, bi pirranî jî li ser liwînehatina laktozê, mana li cem dêûbavan û qelewbûna xwe ya caran.
Dîsa li gorî rexnegiran ew dostane, bixwebawer û dengekî jixwerazî xwediyî gelek xisletan e ku serketî be, lê niha komedyenekî di asta navîn de ye.
Wî ji bo kurdbûna xwe û bêwelatiya xwe jî gotibû; “Tevahiya hebûna we elaqedarî hewldana peydekirina nasnameyekê ye, yan jî bilindkirina dengê we ji bo nasnameya we ye.”
Piştî performansa xwe ya şemiya bihurî, Kae Kurd got, “Ti kesê din ê ji heman paşxaneya min, nedaye ser rêyeke kariyerê ya bi vî rengî.”
Ka Kae Kurd wê çiqasî li ser vê rêyê serketî be, wê di nava van çend salan de diyar bibe.
LONDON