Komeleya Sarmaşik yek ji wan înîsiyatîfan bû ku li dijî xizaniyê li Kurdistanê bi slogana ji bo bipêşketina domdar derket pêş da ku xelkê hewce neke. Di tercîhên xwe yên alîkariyê de bi bankeya zad û qût, projeya bûrsan û palpiştiyên civakî hewl dide xizaniyê di nava civakê de tine bike. Komeleya ku sala 2004´ê li Amedê bi pêşengiya şaredariya Amedê û beşdariya rêxistinên civaka sivîl ên weke Mazlûm Der, Baroya Amedê hatibû damezrandin. Bi armanca piştgiriya bi Komeleya Têkoşîna li dijî Xizaniyê û ji bo Bipêşketina Dewamker-Sarmaşikê, li Ewrûpayê jî sala 2008´an bi navê Sarmaşik-Efeu-Europa e.V. hat damezrandin. Ji birêveberên komeleya xêrxwaziya civakî ya fermî qebûlbûyî, cîgirê rêvebera komeleyê Serhed Sonmez der barê komeleyê û xebatên xwe de agahî dan û bang li ciwanan kir ku weke dilxwaz û dildarê xêra civakî palpiştiyê bi komeleya Sarmaşikê re bikin.Sonmez îşaret pê kir ku nihêrîna wan a li xizaniyê guhertî ye, „têkoşîna li dijî xizaniyê divê bi rêbazên ku xizaniyê bi awayekê dewamî tine bikin“ were kirin.
Projeya bûrsê niha li navenda xebatê
Sonmez nexşeya xizaniyê ya Amedê ku weke encama lêkolîneke civakî beriya damezrandina komeleyê hatî amadekirin bi bîr xist û got, „em naxwazin xizan a bikin, yan jî hewce bibin, li şûna wê em dixwazin wan tevlî jiyana civakî bikin“.
Ji ber vê jî yek ji projeyên destpêkê yê komeleyê avakirina bakeyeke zad û qût bû ku malbatên xizan lê karibin mehê carekê, weke ku biçin dikanekê biçinê û pêdiviyên xwe yên mehane yên zad û qût bi awayekî ji awayan bikirin. Li ser vê projeya ku niha jî li Amedê dewm dike, Sonmez got, malbateke xizan a ku ji aliyê xebatkarên komeleyê jî xizaniya wan hatî piştrastkirin, dikarin şeş mehan alîkariyê bistînin ji bankê. Paşê heke rewşa xizaniyê dewam dike, miracaeteke nû di vê ji aliyê malbatan ve were kirin. Halê qederê 3 hezar malbat alîkariya zad û qût distînin û ev hejmar her meh li gorî miracaetên nû diguhere.
Serhed Sonmez der barê giraniya xebata Sarmaşika Ewrûpa jî dibêje, „Par bi biryara rêveberiyê me giraniya xwe da piştgiriya projeya bûrsdayînê. Halê hazir em bûrsê didin 129 xwendekarên ji sinifa pêncan heta bi zanîngehê. Me hejmara bûrsan jî halê hazir weke 200´î diyarkirî ye. % 70´yê van xwendekarên bursê distînin keç in. Ji bursiyeran 35 xwendekarên zanîngehê ne. Par ji bursizerên me 8´an zanîngeh qedand û îsal jî 4 zanîngehê diqedînin. Xwendekarên zanîngehê mehê 250 lîreyên nû yên Tirk distînin, yên mayî jî mehê 150 lîreyê nû yê Tirk bûrsê distînin.„
Ne tenê alîkariya madî
Sonmez îşaret pê dike ku pirraniya van xwendekaran zarokên wan malbatan in ku alîkariya zad û qût jî distînin û xebata wan a bûrsê ne bi tenê bi alîkariya madî sînordar e. Xwendekarên bûrsiyer dikarin li dersgeha Sarmaşikê alîkariya dersê bibînin ku xwendekarên zanîngehê û mamosteyên dildar didin. Wekî din alîkariya psîkolojîk ji aliyê psîkyatrên dilxwaz ve hatiye misogerkirin ji bo bûrsiyeran. Bûrsiyer dikarin salê du caran ji dikanên ku Sarmaşikê diyar kirî cilûbergan bikirin û salê carekê jî pêlavê.
Bang li dilxwazan
Sonmez dibêje, heta niha tevahiya projeyan bi alîkariya bi rêkûpêk a madî ya endaman û ya ne bi rêkûpêk a neendaman birêve dişe û weke kêmasiya herî cidî di warê bipêşnexistina projeyên nû jî kêmbûna dilxwazan destnîşan dike. Dîsa jî wan pêrar projeyeke atolyeya bsîklêtan bi Weqfa Piştgiriyê ya Hans Bogler re organîze kiriye. Sonmey dibîje hejmara endaman niha 79 e û ew dixwazin vê hejmarê zêde bikin. Ji bilê endaman dawiya salê gelek xêrxwaz alîkariyê bi komeleyê re dikin û di cejnên dînî yên weke ya Qurbanê û Remezanê de jî Kurdên li Ewrûpayê alîkariyên yekcarî dikin ku li gorî salê % 10 heta % 20´ê dahata wan pêk tîne.
Sonmez behsa çalakiyên xwe yên danasîna Sarmaşikê jî dike û dibêje ew di çalakiyên roja karkeran û yên weke wê de dezgehên xwe datînin û xwe didin nasîn. Ji bo danasîna xwe ew ê îsal li Wesfalya Bakurê Renê bi tevlîbûna bûrsiyer, birêveberên buroyên Sarmaşikê yên li Amed û Wanê semînerekê li dar bixin. Sonmez herî dawî vê bangê dike, “kesên ku dixwazin guherandineke domdar bikin di rewşa xizaniyê de li Kurdistanê bila werin li cem me bi dilxwazî bixebitin. Bila projeyên me, nexasim jî ya bûrsê bidin nasîn. Ew dikarin projeyên nû bi pêş bixin û dikarin endamên me zêde bikin.“
LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT