
Gotinên Gulen a der barê Kurdan de rê li ber bertekan vekiribû. Piştî van gotinan bala her kesî dîsa çû ser têkiliyên dewletê û cemaeta Gulen. Endamê Komîteya Kêmar û Baweriyan a KCK’ê Serhat Varto der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman. Varto da zanîn ku tevgera Gulen di esasa rola antî komunîst û antî Kurd de pêşve diçe û wiha got: “Bi taybetî piştî helîna Yekitiya Sovyetan, hêzên modernîte ya kapîtalîst bi projeya nerm a Îslamê hewl da ku gelên rojhilata navîn desteser bike. Ji ber vî Gulen peywirdar kirin. Ger ku îro Saîd-î Nursî bijiya û ev proje bidîta, dê berê xwe biguherta û bigota; Bi xatirê we ey lîberalê ku lîbasa Îslamê li xwe kiriye! Ez wesatiyam; te postê karikê li xwe kiriye, bûye gur. Belkî te lîbasa Mehdî li xwe kiriye, tu şibiyaye Deccal.”
Varto di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi salane behsa gefa îrtîca û xetereya cemaata Gulen tê kirin. Hewl tê dayÎn ku têgeha Îrtîca û cemaata Gulen, bi ola Îslamên re bînin cem hev û di nava civakê de belav bikin. Di dîtbarî de civak dixwaze xwe ji vê dur bixe. Lê encamek cuda dertê holê. Îrtîca di pratîkê de di forma AKP’ê de dibe îktîdar û tevgera Gulen jî bi sedan dibistan, dersxane û yurdan vedike. Divê gel dest ji van bedre û hinek li ser bifikire.
Varto bilêv kir ku du alî hene ola Îslamên wekî gef û wekî xetere nîşan dide û wiha got: “Yek qaşo derdorên laîk e û ya duyemîn jî hegomonyaya navneteweyî ya ku DYA serkêşiya vê dike ye. Her du alî j îli hemberî ola Îslamê ne. Di roja me ya îro de hin kes vê yekê ji ber hişmendiya kêm vê yekê didomîne. Yên din jî bi awayekî zane û bi rêxistinbûnî vê yekê dike. Li Kurdistan û Tirkiyeyê nifûs ji sedî 90 mislumane. Kesên ku Îslamên wekî xetere jî nîşan didin cahîlin an jî niyeta wan cudaye. Ji ber Îslam nirxa pîroz ya vî gelî ye. pirsgirêka gelê Kurd û tirk bi baweriya Îslamê re tune ye. berovajî vê rêzeke mezin didinê. Di dema avakirina komarê de CHP û qaşo derdorên laîk fatureya paşvemayîna osmaniyan a ji Rojava, li Îslamê birîn. Wan digot ku çiqas ji Îslamê dur bikevin, dê evqas pêşve biçin. Piştî ku Dewletê û CHP Îslam wekî xetereyê dît civak xwedî li nirxa xwe derket. Piştî nêzîkatiya CHP û aliyên layik, qada baweriyê bi awayekî cidî di qada siyasetê de bû rant.”
DYE'yê derî vekir
Varto da zanîn ku di van deman de DYE û NATO bi awayekî aktîf ketine dewreyê. Varto wiha pêde çû: “Sedema vê jî ev bû li Tirkiyê û herêmê, tevgera komunîst-sosyal a ku piştgiriya Sovyetan pêşve diçû mezin bibe û gefê li îktîdara bixwe. Ji ber vê li Tirkiyeyê lihemberî komunîzmê komele hatin avakirin li aliyê din jî civak li dora ol hatin bi rêxistin kirin. Sedema rêxistinbûyîna civakê ya li hemberî sosyalîs û alîgirên çepgir ev ku çepgir îsalamê li gorî rastiyê şîrove nake. ev nêzîkatiya şaş a çepgiran di nava civakê re rastî bertekan hat. Dewletê û NATO’yê jî ev bertek bikaranÎn û tevgerê çepgir paşve xistin. her wiha deweletê li hemberî tevgera azadiya Kurd jî ev yek pêk anî û propagandaya tevgerê ya wekî ermenÎ û komunîstin kir. DYA û NATO jî ji vê yekê bê par neman.”
Varto balkişand ser nêrînên Saîdê Nursî û wiha got: “Gulen li dora nêrînên Saîdê Nursî xwe teşe dike. Nursî hem xwedî fikir û hem jî çalak bû. Nêrîn û çalakiyên di asta dewletê de bi fikar dihate temaşkirin. Wekî nêrînê wî ew jî her tim di bin şopandinê de bûn.
Lê Fetullah Gulan ne şexsiyetekî wisa ye. Gulan di nava cemaatê de xeta dewletê ya ku dixwaze bike dewrê nekare bike. Têkiliyên xwe bi cemaatê re qut nake û li gorî daxwaza dewletê di xeta antî Kurd û anîkomunîst de tevdigere.”
Varto di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îslam hilberîna çanda Rojhilata Navîne. Gelek baweriyên din jî li van deran pêşketine. Xwedî li wê derketin xwedî li çandê derketine. Baweriya Îslamê bi hezaran salane gelek cewherên çandî di parêze. Bila dîsa çepgir û sosyalîst vê bizanibin ku, çepgirî û sosyalîstbûn, eleqeya wêb i azadî, wekhevî û edeletê heye.”
HALÎT ERMÎŞ - ANF/BEHDÎNAN