Şiyê


Dewleta dagirker a Tirkiyê hemû siyaset û stratejiya xwe li ser tasfiyekirin û tinekirina îradeya gelê Kurd bi rêxistin dike. Yek jî aloziya ku li hundir dijî bi îxrackirina derve weke polîtîkayekê qebûl kiriye. Li ser van her du taybetmendiyan axa bakurê Sûriyê jî bi şêwazekî hovane dagir kir. Dagirkirina axa bakurê Sûriyê bi piştgiriya çeteyên DAÎŞ’ê, bi bêdengiya koalîsyona navneteweyî û Rûsyayê pêk hat û heta Babê jî hatin. 

Dibe ku bi awayekî demkurt rê li pêşiya yekgirtina kantonên Rojava girtin û astengî derxistin. Lê di heman demê de ketin nava çiravekê. Hemû stratejiya wan ji ber ku li ser dijminantiya gelê Kurd û gelan hatibû avakirin yek bi yek têk çû û niha ketine rewşeke wisa ku çawa xwe ji vê rewşê xwe rizgar bikin. Xewn û xeyalên wan hebû ku digotin ew ê biçin Minbîcê, ji wir berê xwe bidin Reqayê û tiliya xwe ji rêveberiya xweser re dihejandin. Lê ji nişka ve serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim got ku operasyona Mertalê Firatê bi dawîn bûye.

Beranberî vê rewşê şoreşa Rojava, înşa û rêxistinkirina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê di mecra xwe de bi pêş ve diçe. Operasyona Reqayê bi hêzên YPG û QSD’ê re tê lidarxistin. Lê dewleta dagirker a Tirkiyê jî ji niha ve ketiye nava hewldanan çawa ku xwe ji nava çiravê derxîne. Îmaj û îtibara şoreşa Rojava her diçe bilind dibe, beranberî wê îmaj û îtibara dewleta Tirkiyê ya dagirker ketiye ber lingan. Bi awayekî aşkera encam li ber çavan e. 

Dewleta dagirker a Tirkiyê careke din das li çîma xwe xist. Dema mirov ji dîrokê encamê dernexîne, car caran dîrok xwe dubare dike. Împaratoriya Osmanî jî heta deriyê Ewrûpa Viyanayê çû, piştre ev polîtîka bû sedema belavbûna împaratoriyê. Dewleta dagirker a Tirkiyê ew ê nikaribe bi hêsanî ji bin vê siyaseta xwe ya hovane û dagirker rabe. Jixwe di hundirê xwe de her ku diçe aloziyek hîn kûr hem jî pirr alî weke civakî, siyasî û aborî dijî. Hemû deriyên ku ev aloziyên îxracî derve bike jî hatine girtin. Xuya dike ku ev aloziyên li hundir vê carê ew ê di serê desthilatdariya AKP’ê û dîktatoriya Erdogan de biteqin.

Erîş û dagirkeriya dewleta Tirkiyê ya li ser axa bakurê Sûriyê li ser hinek dengeyan pêk hatibû. Wisa difikirîn ku ew ê bi van dengeyan bigihên xewn û xeyalên xwe. Lê ev der Rojava, bakurê Sûriyê û Rojhilata Navîn e. Siyaseta li Rojhilata Navîn ne di devê şêr de ye, di boçika şêr de ye. Ji ber vê jî ji bo meşandina siyasetê huner û zîrektiyê dixwaze. Hesab nekirin ku dengeyên heyî zû bi zû tên guhertin. Polîtîka wisa bi zihniyeta qebedayîtiyê, bi kompleksa împaratoriyê ew ê nikaribe encam bigire. Hêzên ku herî piştgirî didan dewleta Tirkiyê weke çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê piştî hemleya YPG û QSD’ê li ser Reqa û Tebqa taybet li bakurê Sûriyê ew ê ber bi tasfiyebûnê ve biçe. Weke konjekturel û demkurt vekirî ye ku dewleta Rûsya rê ji dagirkeriya dewleta Tirkiyê re vekir. Diyar e ku ev zemîn jî ji holê radibe. Eger di pêşerojê de rejîma Sûriyê û dewleta Rûsya bangawazî bike û bixwaze zextê li ser dewleta dagirker a Tirkiyê bike ku hêzên xwe ji Babê û bakurê Sûriyê bikişîne hîç tu kes bila matmayî nemîne.  Ji bo dewleta dagirker a Tirkiyê çare nîne. Ya ew ê li bakurê Sûriyê mecbûr bimîne ji çareseriya pirsgirêka Kurd re vekirîbe yan jî ne tenê li rojavayê Kurdistanê, li hemberî têkoşîna bakurê Kurdistanê jî ew ê darbeyên hîn mezin bixwe.