Di civînê de li dora 40 nûner ji saziyên neteweyî; saziyên mina KNK, Instîtûta Kurdî li Elmanya, Yekîtiya Mamostên Kurd, Enstîtûya Kurdî li Brukselê, endam û mamosteyên perwerdeya bi zimanê Kurdî ji Swîsrê, rojnamevan, nivîskar û bernameçêker ji medya dîtbar (Stêrk TV, Ronahî TV, Med Nûçe TV, ji Radyoya Dengê Kurdistanê, beşek ji endamên Civata Ziman, li gora rojeva li jêr beşdar bûn.
Di civînê de xalên mîna, "Pirgirêka Ziman û Perwerdeyê li Ewropayê", " Rewşa heyî (li Almanya, Swîsre, Swêd û hwd.)", "Rewşa Zimanê Kurdî di sazî û rêxistinan de", "Rewşa Zimanê Kurdî di medya û çapameniyê de", "Rewşa Pergala Ziman û Perwerdeya Demokratîk", "Proje û pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêkên ziman û perwerdeyê" hatin guftûgo kirin.
Encamnameya Konferansê xwendin
Piştî xwendina encamnameya Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdistanê rewşa ziman û perwerdeya Kurdî li diyasporayê û bi taybetî li Elmanya, Swîsre, Siwêd bi berfirehî hate nîqaşkirin û di encamê de mitabeqat û lihevkirinek derket ku xebatên ji bo ziman û perwerdeya Kurdî yênm bi hemû zaravayên xwe tên kirin, gelekî kêm in. Di vî alî de sersarî û bêxemiyeke mezin heye. Xwedîderketina li ziman û hezkirina zimanê dayikê lewaz e. Derfetên ku li diyasporayê hene, bi nisbeta pêwist nayin bikaranîn. Kampanya "Nehat Famkirin" bi qasî ku dihat daxwazkirin, hê encam nedaye. Ev yek jî divê berî herkesî siyasetmedar û xebatkarên me, komele, meclîs û saziyên me, Instîtû û mamosteyên me, dê û bav û malbatên Kurd bi giştî bide fikirandin û ji bo pêkanîna erkên xwe têxe nav tevgerê.
Pêşniyar ji bo pêşxistina Kurdî
Di civînê de bi kêfxweşî pêşwaziya damezrîna Meclîsa Tevgera Ziman û Perwerda Kurdistanê hate kirin û ji aliyê beşdaran ve gelek pêşniyazên biwate û binirx hatin kirin ku çendek ji wan wiha ne:
* Amadekirina dersên Kurdî bi slaytan
* Bila di nav bernameya "rojbaş Kurdistan"ê de kurte prigram li ser ziman û hînbûna ziman cih bigirin.
* Çêkirina/amadekirina bernameyên Kurdî(ji aliyê înstuyê ve) ji bo televizyonê.
* Divê asîmîlasyon, bi tenê ya ziman neyê dîtin, asîlimilasyona giyanî(ruhî), çandî û hwd. jî were dîtin.
* Divê di çapemenî û medya Kurdî de programên ji bo zimanpêşketinê werin zêdekirin. Her weha programên zarokan û şano werin çêkirin. Çêkirina bernameyên zarokan jı bo televizyonê
* Divê di vê xebatê de zimanê babiksalarî yê zordariyê were rakirin, berovajî zimanê dayîkê(jinê) yê wekhevî û aşîtîxwaziyê derkeve pêş.
* Divê ji bo mamoste zêdebibin perwerde were kirin.
* Divê li gel perwerdeya zarokan, perwerdeya malbatê/ebeveyînê bi giştî were kirin.
* Divê perwerdeya zimanê dayîkê ya ji bo zarokan di temenê biçûktir de were despêkirin;di salên 3-4 da(dibe ku KREŞ ên bi zimanê Kurdî jî hebe).
* Divê siyaseta ji bo pêşvexistina ziman gelek zelal be û di kiryarî de li pey biryaran cîdî were sekinandin.
* Ji aliyê her bêşdarekî ve nivîsandina çîrokeke Kurdî(an jî wergerandina çîrokan)
* Sazkirin û çalakkirina atolyeya alavên dersan
* Tomarkirina(Qeydkirina) dersên Kurdî yên bo tv
* Vekirina kampanyayeke fêrbûna çîrokên Kurdî.
BRUKSEL