Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya ku di destpêka sala 2013’an de ji bo Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin de, di nava 10 mehan de 23 ambulans, 4 ton derman, 140 ton şîrê zarokan, 300 kon û milyonek Euro ji bo herêmên Efrîn û Kobanê şandin.

Saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê ku navenda wê li Almanyayê ye, di destpêka sala 2013’an de ji bo herêmên Efrên û Kobanê ku rastî êrîşên komên çete tên, kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de, li seranserê Almanya û gelek welatên Ewrûpayê xebat hatin birêvebirin. Di encama van xebatan de, ji bo malbatên ku ji ber êrîşên komên çete û hêzên rêjîmê ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê koçî Efrînê kirine, 300 kon malbatî yên taybet hatin şandin.
Ji ber ku li Rojava yek ji pirsgirêkên bingehîn tunebûna şîrê zarokan bû, Heyva Sor a Kurdistanê, di çarçoveya kampanyayê de 140 ton şîr ku buhayê wê 100 hezar Euro ye şand herêma Kobanê.

Qurbanên îsal ji bo Rojava

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê  Şemsettîn Kara di derbarê kompanyayê de agahî dan û da diyar kirin ku, di çarçoveya kampanyayê de 23 ambulans, bêtirî 4 ton derman, alavên nexweşxaneyan, 140 ton şîr ji bo zarokan  û milyonek Euro wekî alîkarî şandin Rojava.
Rêxistina Alîkariyê a Kurdan li Ewrûpayê û Aktîvîstên Yekîtiya Kurd bi dildarî mal bi mal gerîyan û alîkarî komkirin û wê kompanya dewan bike.
Serokê Heyva Sor Kara da diyarkirin ku, wê bi  wesîleya cejna kurbanê wê hezar kurbanan ji şaxên Heyva Sor a li Rojava re bê şandin. Kara destnîşan kir ku wê ji vane 400 ji bo Efrîn û Helebê, 200 ji bo Kobanê û 400 ji bo herêma Cizîrê werin belav kirin.
Kara da diyar kirin ku di hedeva wan de heye ku ji bo her wargehekê îtfaiyekê bi şînîn, û got ev armaca me jî beşek jê giha armenca xwe û kara destnîşan kir ku ji niha û şunde jî daxwaza  wan ewe ku ji bo her bajar û navçeyê maşîneyek ya îtfaiyê û yek ya çupê bi şînin.

DUSSELDORF