
Li gor çavkaniyên herêmî artêşa Îranê herêmên Xinêre û Xakûrkê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran kir. Hat diyarkirin ku di encama topbaranê de li zozanên Mêrga Mîra ya Kêla Şîn a ser bi Xinêreyê ve kesek sivîl jiyana xwe ji dest da û 4 birîndar bûn.
Hat ragihandin ku artêşa Îranê bi katoş û hewanan Lolan, Kêla Şîn, Deravê yên Xinêre û Xakûrkê topbaran kir. Di encama topbaranê de kesek sivîl ku navê wê/wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku zozaniyên li herêmê ji ber topbarana Îranê asê mane û nikarin ji cihê xwe derbikevin. Her wiha artêşa Îranê li hemberî wesayîtên sivîlan bi hewan û katûşan sûîqast dike. Hat ragihandin ku di encama topbaranê de gelek sewalên gundiyan telef bûne û topbarana li ser herêmê berdewam dike.
Hejmara sivîlên birîndan bû 10
Bi vî awayî ji destpêka êrîşa Îranê ango 16’ê tîrmehê heta niha bi giştî 10 kesên sivîl birîndar bûn û kesek jiyana xwe ji dest da. Artêşa Îranê di roja Pênçşem û Îniyê de gundên Sûnê û Sîrawê topbaran kir. Di encamê de 4 gundî birîndar bûn. Li gor agahiyan kesên bi navê Yakuf Aziz (29) û Îbrahim Abdullah (33) du ji van kesan in. Kesên birîndar li Qeladizê tên dermankirin.
Dixwaze bikeve Xinêrê û Xakûrkê
Artêşa Îranê ya ku di 16’ê Tîrmehê de hewl da bikeve Qendîlê li rastî berxwedana gerîlayên PJAK’ê hat û derbeyên giran xwar, vê carê dixwaze bikeve herêmên Xinêre û Xakûrkê. Li Kêla Şînê di encama topbarana artêşa Îranê de kesek sivîl jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.
Di di navbera 23-24’ê Tîrmehê de yekîneyên artêşa Îranê ya ku dixwest bikeve herêma Xinêreya di bin çavdêriya gerîlayan de li rastî çalakiya gerîlayan a bersivdanê hatin.
Li herêma Xinêreyê gerîlayên HRK’ê yên ser bi PJAK’ê li dijî yekîneya artêşa Îranê ya ku dixwest operasyona li dar bixe pêk anîn. Di encama çalakiyê de rampayek a katûşan, 1 tank, 1 hewanên 120 û 5 kon ji holê hatin rakirin. Her wiha 20 leşkerên Îranê jî hatin kuştin.
Piştî ku gerîlayên HRK’ê zanîn ku yekîneya artêşa Îranê ya li ser girê Sermencelê dixwaze operasyoneke li derveyê sînor li dar bixe, li dijî yekîneyê çalakiyek pêk anî û di encamê de 20 leşkerên Îranê hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku çalakî di navbera rojên 23-24’ê Tîrmehê de hatiye li darxistin. Gerîlayan dest danîn ser 2 kaleşnîkof, 1 balafirşkêna 12,5 û B7 ên artêşa Îranê.
Di çalakiya ji aliyê tîmên Şehîd Hêmin, Şehîd Ronahî û Şehîd Soran ên ser bi HRK’ê ve hat li darxistin de rampayek a katûşan, 1 tank, 1 hewanên 120 û 5 kon ji holê hatin rakirin. Li gor agahiyan gerîlayan di çalakiyê de tu windahî nedane.
Leşker tên bicîhkirin
Piştî ku li herêma Qendîlê hewldana artêşa rejîma Îranê ya derbaskirina sînor, ji aliyê gerîlayên HRK’ê ve hat rawestandin, rejîm niha li Xakurk û Xinêrê leşkeran bi cih dike. Artêşa rejîma Îranê ya amadekariyên operasyonên dersînor ên nû dike, li xeta sînor li ser dehan girî çekên giran bi cih kir; li hember vê hewldana rejîmê gerîlayên HPG’ê dest bi xurtkirina senger û çeperên xwe kirin.
Operasyonên dersînor ên di 16’ê Tîrmehê de ji aliyê artêşa rejîma Îranê ve li herêma Qendîlê hat destpêkirin û ji gerîlayên HRK’ê ku baskê leşkerî yê PJAK’ê ye derbeyên giran xwar; hat zanîn ku niha jî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di bin pişkinîn û kontrola gerîlayên HPG’ê de ne, amadekariyên operasyonan dike.
Li aliyekî li herêmên sînor ên Kelaşîn, Xinêre û Xakurkê bi berfirehî tevgera leşkerî ya Îranê didome, li aliyê din jî li dijî van herêman bê navber top tên barandin. Li ser hemû xeta sînorên li sêgoşeya sînorên Îran, Tirkiye û Iraqê Dalamperê ku di nav gel de wek Sêgoşeya Şeytan jî tê zanîn, ta lûtkeyên Herêma Qendîlê; artêşa rejîma Îranê bi deh hezaran leşker bi cih kiriye û li hemû girên bi cih bûye tank/debabe û rampeyên katûşa, obûs, hawan bi cih dike.
Herêmê topbaran dike
Artêşa Îranê ya ku topbarana li ser herêmên di bin çavdêriya gerîlayan de didomîne, vê carê herêma Xakûrkê ya di bin çavdêriya HPG’ê de topbaran kir. Li gor daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandinê ya HPG’ê dayî, artêşa Îranê di 23’ê Tîrmehê de deverên Şehîd Bêrîtan û Kevirê Spî yên Xakûrkê topbaran kirin.
XINÊRE
Li gor daxuyaniyê, gerîlayên HRK’ê bê ku tu windahî bidin ji cihê bûyerê dûr ketine.
SERDEŞT
Bertekên li dijî êrîşên Îranê ya li ser sînorê Herema Federal ya Kurdistanê didomin. YNK û PDK ku heta îro jî ev êrîşên Îranê re bêdeng diman wan jî bertekên xwe li dijî êrîşên Îran dan der. Hate zanîn ku di civînên ku li ser mijara rewşa Iraq û Herêma Federal ya Kurdistanê de di navbera hemû endamên Polîtbûroya YNK û PDK de ku li Hewlêrê hatiye sazkirin, hemû endamên Polîtbûroya PDK û YNK li dijî êrîşên Îran helwesta xwe aşkere kirin û xwestîn Îran demek zûtirin êrîşên xwe rawestîne.
Saziyên sivîl protesto kir
Li dijî êrîşên Îranê ya li hemberî Herema Federal a Kurdistan zedeyî 50 saziyên sivîl ên civakî kampanya bi navê "Îran Rawestê" dan destpekirin. Koordînasyona kampanyayê Sekretêra Yekitiyên Jinên Kurdistan Dr. Viyan Sileyman diyar kir ku ew wekî saziyên sivîl ji bo Kurd li ser axa xwe azad û aram bijîn pewîste Îran bi zûtirîn demê de êrîşên xwe bide sekinandin.
Bertêkên li dijî êrîşên Komala Îslamî ye Îranê ya li dijî Herêma Federal a Kurdistan, her ku diçê zêde dibin. Îro ji bi heman armancê zedehî 50 saziyên sivîl yên Herêma Federal ya Kurdistanê li Navenda Yekitiya Jinên Kurdistanê li hev kom bûn û biryar standin ku li dijî êrîşên Îran kampanye ya bi navê "Îran rawest e " dan destpêkirin. Biryar hat standin ku roja sêşemê seat di 10:00'an de li ber Parezgeha Hewlêr kombibin û heta ber Sefareta Îranê bimeşin. Pişt re dê ji bo Îran êrîşan rawestîne dê nameyan bişîne.
Koordînasyona kampanyayê û Sekretera Yekitiyên Jinên Kurdistanê Dr. Viyan Sileyman der barê kampanya "Îran rawest e" de axivî û da zanîn ku her Kurd perçeyek ji xaka Kurdistanê ye. Sileyman, anî ziman ku mafê her Kurdî heye ku li ser axa xwe bijî. Viyan Sileyman, anî ziman ku êrîşên Îranê welatiyên Qendîl dilzar kiriye û wek saziyên sivîl hewce dibinîn ku her welatiyek Kurd li ser xaka xwe azad û rihet bijî. Silêman, destnîşan kir ku ji ber vê yekê dixwazin ku hem rêvebirên heremî hem jî yê navendî li hemberî êrîşên Îranê bêdeng nemînin. Silêman, bal kişand ser xala 5'an a peymana navbera Iraq û Îranê û xwest Iraq li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike û wiha got: "Êrîş ne li dijî PJAK'ê ye her wiha bi giştî li dijî hemû Kurdan pêk tê. Lazime hemû Kurd helwesta xwe nîşanî wê êrîşê bidin. Divê hemû Kurd malên Îranê boykot bikin."
Viyan Sileyman, derbirî ku Îran ne tenê di milên leşkerî her wiha ji aliyê aborî û jiyanê ve jî Kurdan tengav dike û herî dawî Awa Ewlend ji ser Kurdan biriye. Divê her kes ji bo vê kampanyayê "Îran Rawest e" piştgiriyê bidin vê kampan yê û beşdarî vê kampanyayê bibin. Silêman ji her kesî xwest ku tev li vê kampanyayê bibin.
HEWLÊR
Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Dr. Kameran Mentik diyar kir ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bi bêdengiya xwe la li hemberî êrîşan de û li hin aliyan jî piştgiriyê dide êrîşên Îranê.
Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Dr. Kameran Mentik, der barê êrîşên Îranê yên li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê ji DÎHA'yê re axivî û wiha got: "Di bingeh de ev êrîşên Îranê yên li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê lîstikeke herêmî ye. Dixwaze li Iraqê eniya şer berfireh bike. Ji ber ku heta niha Başûr û navîna Iraqê roleke girîng lîst. Niha jî Îran dixwaze Herêma Kurdistanê bike qada şer û bikaribe li dijî Amerîkayê li ber xwe bide. Her wiha ev êrîş parçeyeke tifaqa herêmî ye. Ji ber ku welatên herêmê dixwazin Tevgera Azadîxwaz a Kurd lawaz bikin."
Mentîk da zanîn ku li herêmê tê xwestin di navbera Kurdan de şer pêş bixinîn û wiha berdewam kir: "Dijminên Kurdan dixwazin di navbera Kurdan de şerekî derxînin. Li gorî min hin derûdorên Kurdan jî bûne pareçeyeke vî şerê Îranê. Hin aliyên din ên Kurdan jî bêdeng bûne û li vî rengî piştgiriyê didin operasyona Îranê. Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê li dijî van êrîşên Îranê bêdeng e. Bİ vî rengî Hikûmeta Herêmê jî bûye beşeke vî şerî. Hikûmeta berê ya Iraqê berê her tim li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurd bi welatên cîran re tifaq çêdikir, niha jî Hikûmeta Herêmê bûye parçeyeke lîstika Hikûmeta Iraqê."
'Hersê welatan li hev kirine'
Mentîk destnîşan kir ku hêzên Başûr bixwazin bi Îran û Tirkiyeyê re li dijî PKK û PJAK'ê şer bikin jî gel li dijî vê yekê ye gel şerê birakujiyê naxwaze. Mentikî anî ziman ku bi rojan in dibîhîzin ku bi dehan ciwanên Kurd dixwazin li dijî Îranê şer bikin u canê xwe feda bikin. Mentik der barê tifaqa navbera welatan de jî wiha got: "Îran û Tirkiyeyê yi hev kirine ku li dijî PKK û PJAK'ê şer bikin. Iraq jî bi aweyeke veşartî di nava vî komployê de ye."
Mentik di dawiya axaftina xwe de got ku ew bang li gelê Başûr dike ku li herêmê kirîna alavên Îranê boykot bikin, Îran di warê aborî de li herêmê têk biçe, neçar bîmîne û êrîşên xwe rawestîne.
SERBAZ SIYAMEND - DÎHA/HEWLÊR