Fermandarê YPG’ê Sîpan Hemo, derbarê êrîşên komên çete yên li Serêkaniyê de, tevlî bernameya nûçeyan a Ronahî TV bû û destnîşan kir ku wan gelek caran bi daxuyaniyan aşkera kiriye ku dê li dijî êrîşên li ser gelê Kurd berxwedanek birûmet nîşan bidin û derbarê komên çekdar ên derbasî Serêkaniyê bûne de jî ev tişt anîn ziman: “Dema ev komên hanê ketin Serêkaniyê gotin ‘karê me bi we tune ye, karê me bi rejîmê re ye’. Me jî dengê xwe dernexist. Bi rejîmê re şerê wan çêbû, rejîm ji wir derket. Di vê demê de car caran di nakokiyên me û yê wan de bûyerên biçûk çêbûn, lê me mezin nekirin. Bes di rojên dawî de pêkanînên wan gihîştin asta jor. Vana nedixwestin tu kes bikeve bajêr, rê digirtin, talan dikirin. Jixwe ji bilî Kurdan, ereban jî nerazîbûn nîşan dan. Herî dawiyê êrîşî navendên asayîşê kirin.”
Hemo, da zanîn ku ew van êrîşan tenê wekî bûyerekê nabînin, hêzên herêmê jî di nava van bûyeran de hene û wiha dom kir: “Piştî pevçûnên dawî, gelek derdor û kesên xwedî bandor ketin navberê. Hevdîtinên me çêbûn, hema bêje dê encamek derketibaya, lê îro hinek kom ji aliyê Tirkiyeyê ve bi tank û çekên giran xwestin bikevin bajêr. Ev kom ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn, lewre em van êrîşan wekî hewldana Tirkiyeyê ya dagirkirina rojavayê Kurdistanê dinirxînin.”

‘Em bi biryar in'

Sîpan Hemo, da zanîn ku li pişt van koman kî hebe bila bibe, ew ê li her derê rojavayê Kurdistanê li ber xwe bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû kes jî dizane Dewleta Tirk li pişt van koman e. Jixwe di dîmenan de jî hate dîtin ku ev komên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn, temehûlî alekê jî nekirin. Em bi biryar in li dijî van êrîşan şer bikin.” 

Bê deng nemînin

Fermandarê YPG'ê  YPG’Ê Sîpan Hemo, li ser helwesta gelê Kurd ê bakur û başûrê Kurdistanê jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha pê de çû: “Ez dixwazim wekî rexneyekê jî bêjim, li hemberî van êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê gelê me yê li perçeyên din ên Kurdistanê bê deng man. Bi taybetî gelê Bakur ku gelekî berxwedêr e, bêdeng man, ev êrîş ji hêla Dewleta Tirk ve tên kirin. Lewre em dixwazin helwesta xwe nîşan bidin.”
Sîpan Hemo bal kişand li ser piştgiriya gelê rojavayê Kurdistanê ya ji bo perçeyên din jî û ev tişt anî ziman: “Gelê meyê Rojava bi helwesta xwe piştgiriya hemû perçeyên Kurdistanê kir, niha jî li vir destkeftiyên Kurdan hene, ev destkeftiyên hemû Kurdan e. Loma bi taybetî em dixwazin gelê bakurê Kurdistanê helwesta xwe nîşan bide. Ji ber ku ev êrîş ji wî alî ve tên (AKP’ê), lîstikên Tirkiyeyê û Serokwezîrê wan Recep Tayyîp Erdogan in. Li ser gelek kesên ku ew digirin belgeyên wan derdikevin. Loma em hêvî dikin ku gelê me yê bakur û başûrê Kurdistanê jî xwedî li gelê rojavayê Kurdistanê derkeve.” 

ANF/SERÊKANIYÊ




Nekarîn bi tankan bikevin Serêkaniyê

Komên çete   yên çekdar, piştî ku 2 roj beriya niha êrîşî noqteya asayîşê kirin, lê bi bersiva YPG’ê re gelek windahî dan û neçar man xwe paşve bikişînin ser sînorê bakurê Kurdistanê, pêr piştî nîvro saet derdora 15.00’an de vê carê bi tangan û çekên giran êrîşî bajêr kirin. Komên çete bi 50 wesayitên leşkerî û 7 tangên ku ji aliyê Cerablûs û Bab ên Helebê anibûn û bi alîkariya Tirkiyeyê derbasî Serêkaniyê kirin, xwestin derbasî bajêr bibin. Lê hêzên YPG’ê jî bersivek tund da û van koman nehiştin bikevin bajêr. Şerê ku bi saetan dom kir, piştî komên çete xwe paşve kişand.
Li bajêr niha bêdengiyek heye, lê rewşa bi aloz jî didome. Hêzên YPG’ê li bajêr tedbîrên xwe zêde kirin, şêniyên bajêr jî li dijî komên çete piştgiriyê didin YPG’ê.  
 Li aliyê din hate gotin ku topek hawanê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye avêtin li rex gundê Eloka Rojava ya binxetê ketiye. Derbarê encamên bûyerhe de agahî nehatin bidestxistin.




Li Helebê Kurdek hate revandin


Bûyerên kuştin, revandin û wendakirina mirovan li ser rêya di navbera Efrîn û Helebê de dewam dikin.
Welatiyên Kurd ên li Efrînê ji bo bicihanîna pêdiviyên xwe yên jiyanê, tevlî dijwarî û metirsya li ser rêyan jî, neçar dimînin ku berê xwe bidin Helebê. Herî dawî welatiyê Kurd ê bi navê Menan Mihemed 13 Mijdarê dema ku tevî malbata xwe diçe Helebê li devera Lêrmûn rastî êrîşa hêzên rêjîmê tê. Hevjina Menan Mihemed ji bo alîkariyê serî li navenda hêzên Asayîşê da.
Derbarê mijarê de hevjîna Menan Mihemed van agahiyan da: "Dema ku em di rê re derbas dibûn, hêzên rêjîmê êrîşî otomobîla me kirin. Ji ber êrîşê em ji otomobîlê derketin û reviyan. Piştî demeke kurt min dît ku Menan wenda bûye. Ji wê rojê ve jî em nikarin ti agahiyan jê werbigrin."

HELEB