Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), di rapora 2017’an a Cîhanê de diyar kir ku Serokomarê Tirkiye Erdogan û hikûmet hewldana darbeyê li ser serê gel wekî darê zorê bikar tîne û armanc dike ku hemû mafên demokratîk ji holê rake. 

Human Rights Watch-HRW, rapora 2017’an a Cîhanê bi raya giştî re parve kir. HRW’ê di raporê de Tirkiye rexne kir û diyar kir ku Serokomarê Tirkiye Erdogan û hikûmet hewldana darbeyê li ser serê gel wekî darê zorê bikar tîne. Dîkektorê Ewropa û Asya Navîn ê HRW’ê Hugh Williamson, di raporê de destnîşan kir ku Serokkomarê Tirk hewldana darbeyê li dijî hêzên demokrasiyê wekî darê zorê bikar tîne û armanc dike ku bi van zextan ewlehiya demokrasiyê ji holê rake. 

Zextû binpêkirinên bêhempa

Di raporê de hat diyarkirin ku di 6 mehên dawî de rojnameger bi komî tên binçavkirin û gelek saziyên medya hatine girtin. Dîsa hat diyarkirin ku zêdeyî 100 hezar karker ji kar hatine dûrxistin û saziyên sivîl hatine girtin. Di raporê de hat destnîşan kirin ku hikûmet li ser darazê hikum dike û dixwaze têxe kontrola xwe û wiha gotin: “Li hemberî van rexneyan Tirkiye rexneyan red dike. Berê jî piştî rapora HRW’ê Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên hundir bi daxuyaniyek hevpar bersîv dabû. Di bersîvê de diyar kiribûn ku rapor yek alî û bê delîl e. 


NAVENDA NÛÇEYAN