Hemû hewldanên ku heta niha ji bo avakirina konseyeke netewî ya muxalifên Sûriyeyê bê encam mane ji ber ku muxalefet belav e û her aliyekî bi hêzêke derve ve girêdayî ye û ew hêz li gorî bercewendiyên xwe tevdigerin ne li gorî bercewendiyên gelê Sûriyeyê.
Pêwîstiya gelê Sûriyeyê bi muxalefeteke hevgirtî ya ku bercewendiyên gelê Sûriyeyê bi hemû netew û olên cuda esas digire heye. Muxalefeteke ku ne li gorî bercewendiyên hêzên navnetewî û herêmî tevdigerin û gavên xwe li wê gorê davêjin.
Berê j îli hin welatên Ewropayê û li Stenbolê hewldanên avakirina konseyeke netewî çêbûbûn , niha jî dîsa li Stenbolê hewldaneke wiha çêbû.
Li gorî daxuyaniya Konseya Netewî ya kul i Stenbolê hate lidarxistin û avakirin ew hemû alî û şepêlên Sûriyeyê temsîl dikin ji lîberalan ta bi misilmanan ji aşûriyan ta bi kurdan tev tê de bicih bûne.
Yek ji rêvebrên vê helwdanê ên sereke muxalif bin av û deng Burhan Xelyûm e ku di civîneke çapemiyê de wiha behsa vê hewldanê kir: Ev Konseya ku hatiye avakirin muxalifên derve û hundir temsîl dike û navnîşana sereke ya şoreşa gelê Sûriyeyê ye ku daxwaza rûxandina rejîmê û avakirina welatekî ku cudahiyê naxwe nava hemû netewan û olên cuda dike.

Her wiha Xelyûm derbarê nêzîkaya hêzên navnetewî ji vê konseyê jî wiha dibêje: ‘ Dema ku konsey dest bi kar û barê xwe bike dê ji alî hêzên navnetewî jî bê naskirin û di pêşerojê de dê piştgiriya wê bê kirin.


Redkirina mudaxeleya derve
Di vê konseya ku hate avakirin de destwerdana derve nayê pejirandin lê daxwazê ji sazî û rêxistinên navnetewî dike ku bi berpirsiyarên xwe rabin û piştgiriya gelê Sûriyeyê û wî ji şerê ku li dijî tê kirin biparêze.
Di nava vê konseyê de Serokatiya Îlana Dîmeşq ya Guhertina Demokratîk, çavdêrê giştî yê Birayên Misilman Muhemed Riyad Şiqfe, siyasetmedar Abdulbasit Seyda û nûnerên kurd û aşûriyan.
Tirkiyeya ku di destpêkê de gelek û çûn û hatina rayedarên wî û goftûgoyên bi rayedarên Sûriyeyê re çêbûn bi rjîma Sûriyeyê re her dem di nava bazarê de ye. Heta niha jî hem gefan li rejîmê dixwe hem di bin re hin muxalifan teslîmî wan dike, hem konseya netewî ava dike û hem rejîma Sûriyeyê bi destûra axaftina penaberên li Tirkiyeyê tehdîd dike.

Qanûna partiyan
Ji aliyekî din ve piştî ku qanûna nû ya partiyan derket li Sûriyeyê gelek partiyan serî lê da. Lijneya ku ji bo vê qanûna partiyan hatiye avakirin da xuyakirin ku heta 11 pariyan daxwazên xwe bi rengekî fermî ji wan re pêşkêş kiriye lê heta niha tenê 2 daxwaz hatine qebûl kirin ji berk u tenê 2 partiyan şert û mercên tên daxwazkirin bicîh anîne.
 Li gorî, daxuyaniya sekreterê lijneya qanûna partiyan Yasir Kerzelî partiyên ku hatine qebûlkirin û kaxizên xwe tewmam kirine partiyên Eniya Netewî ne û her wiha da xuyakirin ku her roj daxwazên avakirina partiyên nû ji lijneyê re tên.



RİZOYÊ XERZÎ/AMED