
´Em Rojava tenê nahêlin´
Akbaş da zanîn ku piştî êrîşên li hemberî Rojava û Kobanê li ser banga seferberiyê ji Bursayê hatiye, tevlî YPG’ê bûye û wiha got: “Em hemû divê piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê. Em ê bi ser bikevin û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bi dawî bikin. Ev 5 roj e ez li vir im. Divê hemû welatparêz û demokrat berê xwe bidin Rojava û xwedî li şoreşê derkevin. Kutbettîn Abdukaya jî da zanîn ku ew li ser banga seferberiyê ya Rêber Apo hatiye Kobanê û got ew ji keleha berxwedanê Licê tê. Abdukaya yê bavê 4 zarokan e bi sedema endamê PKK’ê ye 20 salan di girtîgehê de maye. Abdukaya behsa bîranînek xwe ya bi Kemal Pîr re kir û got: “Berî niha bi salan min ji şoreşgerê mezin Kemal Pîr re got, ‘Ez dest ji têkoşînê bernadim.’ Min dest ji têkoşînê berneda û ez tevlî YPG’ê bûm. Ez niha gelekî kêfxweşim.”
´Rojava rûmeta me ye´
Abdukaya bang li ciwanên Kurd kir û got: “Hêzên paşverû ji me re ji bilî berxwedanê riyek din nahêlin. Divê em bên Kobanê li cem gelê xwe cih bigirin. Emê heta mirinê li ber xwe bidin. Em koletiyê qebûl nakin. Emê heta dawiyê di riya şehîdan de bimeşin.” Fehîm Kaplan ê ji Bedlîsê ye û bavê 8 zarokan e, ji Stenbolê hat, der barê tevlîbûna xwe de wiha got: “Li ser banga seferberiya Rêber Apo ez hatim Kobanê. Rojava dilê me, rûmeta me ye. Rojava azadiya her çar parçeyên Kurdistanê ye. Divê hemû Kurd xwedî li rojava derkevin. Ev 10 roj e ez li vir im. Divê hemû gelê Bakur tevlî berxwedana Kobanê bibe.”
SEDAT SÛR/KOBANÊ