Di civînê de nîqaş li ser karê meclîsê hate kirin û biryar hate standin ku komîteyek 10 kesî ji 5 Kurd û 5 ereb were avakirin, ev komîte saznumeya hundirîn a meclîsê di nava endaman de nîqaş bike. Di civînê de biryara avakirina komîteyên civakî, xizmetan û ewlekarî hate girtin. Her wiha dem ji komîteya amadekar re hate diyar kirin ku karê xwe temam bike.
Yek ji rûspiyên Şêxmeqsûd Umer Tît diyar kir ku avakirina meclîsa hevbeş rêya herî raste ji bo nîşteciyên taxê vegerin malên xwe. Tît, da zanîn ku avakirina meclîsa heveş biratiya di nava hemû pêkhateyan de bi hêz dike.
Ehmed Mihemed, ku di civînê de nûnertiya Kurdên Şêxmeqsûd dikir, destnîşan kir ku avakirina komîteyan bi lez û bi awayekî erênî dê aramiya herêmê bike û rê li pêşiya vegera koçberan veke.
ANHA/HELEB