Di çarçoveya van danûstandinan de bi Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokê Parlamentê Dr. Yûsûf Mihemed, Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Dr. Berhem Salih û Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Îslamî Mihemed Ferec re hevdîtin kir û ji bo çareseriya krîzê hewl da navbeynkariyê bike. Piştî ku ev hevdîtin bi dawî bûn, Berpirsyarê Bruoya Têkiliyên Neteweyî ya PDK'ê Ehmed Kanî daxuyaniyek da û diyar kir ku hewldanên Cîbûrî hêjan e, lê ew ê mîna berê bi Tevgera Goran re li hev nekin.
PDK peymanê nû nake
Kanî anî ziman ku ew ji diyaloga bi Tevgera Goran re amade ne, lê belê ti carî nafikirin ku li ser mijara ji nû ve nirxandina peymana ji bo hiklûmeta 8. çêkiribûn, hevîtinê bikin. Kanî got, "Divê ev peymana me ya bi Tevgera Goran re were ji bîr kirin. PDK êdî ji hevdîtinên li ser peymanên berê girtî ye."
Tevgera Goran bi israre
Tevgera Goran jî ragihand ku heta Serokê Parlamentê û 4 Wezîrên wan ên ji aliyê PDK'ê ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin, li wezîfeya xwe venegerin û li gorî peymana hikûmeta 8. hewldanek neyê nîşandan, hevdîtinên wan ên bi PDK'ê re wê bê encam bimînin.
Gel daket qadan
Li Başûrê Kurdistanê, di destpêka meha Cotmehê de bi armanca şermezarkirina krîza aborî û serokatiyê, gel daketibû meydanan û nerazîbûn nîşanî 5 partiyên siyasî yên hevparên hikûmetê dabû. Di dema van çalakiyan de li herêmên Silêmaniye û Germiyanê gel, PDK ji krîzê berpirsyar girtibû, avahiyên PDK'ê dagir kiribû û hin ji wan jî şewitandibû. Di van bûyeran de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Rayedarên PDK'ê jî avahiyên partiya xwe radestî hêzên ewlekariyê kiribûn û neçar mabûn herêmê vala bikin. PDK ji van êrîşên li hemberî partiya xwe, Tevgera Goran berpirsyar girtibû.
Barzanî, Elawî wezîfedar kiribû
Li aliyê din, ji bo alîkariyê bide diyaloga di navbera aliyan de û çareseriya krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê, Mesûd Barzanî Damezrînerê Partiya Kongreya Neteweyî ya Iraqê, Serokê Komîsyona Maliyeyê ya Parlamenta Iraqê û Siyasetmedarê Iraqî Eyad Elewaî weke navbeynkar wezîfedar kiribû.
ANF/HEWLÊR