
Wezareta Dadê randewû neda malbatan
Malbatan xwestin bi Wezareta Dada re hevdîtinê bikin, lê wezaretê randevû neda malbatan. Malbatan bi rêya parlementerên BDP'ê daxwazên xwe ji Wezaretê re anîn ziman. Wezaretê jî anî ziman ku malbat dikarin cenazeyen xwe li nêzî sînorê bazîdê defin bikin.
Malbatên endamên HPG'ê Leyla Halimi (Deniz Derya), Ali Hesen Perwizi (Rejaw Jilemo), Kemal Mihemedi (Sipan Cudi), Tarik Reşidi (Sipan Cudi), Perwiz Yusufi (Dilar Dilbirîn) cara 5'emîn in tên Meletiyê. Malbatên Ayşe Amra (Beritan Şin) û Sultaneli Julide (Zınar Xoy) jî ji Îranê nehatin. Hêj 11 cenazeyên ku li Geliyê Tiyarê jiyana xwe ji dest dabûn li Meletiyê ne. Malbatmên endamên HPG'ê Ali Hasan Pervizî, Geylanî Reşîdî, Leyla Halîmî û Gulale Yusufî ku li Geliyê Tiyarê jiyana xwe ji dest dabûn û malbata endamê HGP'ê Kemal Muhammedi (Zana Kewê) yê ku li gundê Dervatê yê navçeya Diha Sêrtê jiyana xwe ji dest dabûn ji bo cenazeyên 19 endamên HGP'ê yên li Morga Nexweşxaneya Meletiye tê girtin wergirin duh komele û partiyên siyasî ziyaret kiribûn.
Malbatên ku ji Îran, Tirkiye û Sûriyeyê çend çarin serî li dozgeriya Meletiyê didin û li gel testa DNA'yê nikarin cenazeyê xwe bigirin diyar dikin ku heta cenazeyê xwe negerin naçin.
Malbat 2 hezar kîlometre rê hatin
Malbatên ku ji bajarên dewleta Îranê hatin Enqereyê, diyar kirin ku ji bo cenazeyên xwe wergirin 2 kîlometre ji Kamyaran Samas, Urmiyê û makuyêhatine Enqereyê û 55 rojin ji ber vê rawestandinê perîşan bûne.
Dayika endamê HPG'ê Alî Perwizî Amine Fevzipour, anî ziman ku 4 carin tên Tirkiyeyê û niha cara 5'emîn in tên Tirkiye û perîşan bûne. Fevzipour, anî ziman ku piştî wan agahî ji çapemeniye wergirt hatin Meletiyê, lê her tim rastî astengî û pêkanînên keyfî hatin û wiha got: ""55 rojin em li pey cenazeyên xwe ne. Tiştê em dixazin em dixwazin wecîbeyên alî pêk bînin û li ser axa wan defin bikin. Lê niha jiyan û xwarin li me kirine jarh. Ger ku cenaze nedin min ez dê kurê xwe emanetî Kurdistanê bikim û biçin. Erdogan dibêje ez misilman im. Lê misliman li mislimanan vê yekê nake. Ev nayê qebûl kirin. Zarokên me bi çekên kîmyewî perçe kirin. Kurê min perçe perçe kirin. 4 carin ez dest vala vedigerim. Tiştê ku ki le tên kirin kafîr jî wisa nakin. Ger ku cenazeyên me nedin jî em dê wî emanetî Kurdistanê ku ji bo wê canê xwe daye bikin. Ew şehîdê Kurdistanê ye. Ew şehîdê 50 mîlyon kurd e."
Beşa derûniyê xelas kir û tev li PKK'ê bû
Birayê Alî Perwizî Hesen Perwizî jî li ser jiyana birayê xwe wiha axivî: "Komkujiya Geliyê Tiyarê ji bo me Kerbelaya duyemîn e. Ev Helepçeya me ye. Birayê min beşa derûniyê xelas kiribû. Piştî beşa derûniyê xelas kir tev li refê PKK'ê bû.
Dayika Leyla Halîmî Habibe Hacizade jî anî ziman ku li aliyekî ew kuştin û niha jî cenazeyê wan nade wan. Hacizade, bertekên xwe anî ziman û wiha axivî: "Niha me ceza dikin. Me hemû mal û mulkê xwe firot û em hatin ji bo em cenazeyê xwe bigirin. Rewşa hemû malbatman wek hev e. Ji me re dibêjin em dê cenazeyê we di gorên bêkesan de defin bikin. Em jî dibêjin zarokên me ne pêkes in. Ew ne bêkes in. Bi xwedî ne. Em dixwazin Erdogan hurmetê nîşanî me bide."
Birayê Celal Yusîfî Perwiz Yusuf û birayê Kemal Muhammedî Zerzad Muhammedî jî bal kişandin ser astengiyên li pêş xwe û anîn ziman ku rastî pêkaninên gelek dijwar hatine. Malbatan da zanîn ku ew dixwazin zarokên xwe li gorî dap û kevneşopiyên xwe defin bikin, lê her tim astengiyan jiwan re derdixin.
Birayê Enver Akçay Guner Akçay jî ani ziman ku birayê wî dayik û bavê xwe winda kiriye û li gel wan mînaka xwîne daye û encma testa DNA'ê diyar bûye jî nikarin cenazeyan wergirin û îşkenceyê li wan dikin.
DÎHA/ENQERE