Di kongreyê ku vê dawiyê li Qahîreyê hate lidarxistin de hin hêz û kesayetiyên Ereb hebûna Kurdan tahmûl nekirin û li dijî şandeya Desteya Kurd a Bilind kampanyayek reşkirinê meşandin. Li gorî van kesan divê Kurd mîna gelekî li Sûriyeye neyên qebûlkirin û tu formên xweseriyê ji bo heremên Rojava di destûra bingehîn a Sûriyeye de neyên bi cih kirin.
Nûnerê Desteya Bilind û Serokê PYD Salih Muslim daxwazên Kurdan di wê kongreyê de rêz kirin. Ev yek li xweşiya hin kesên nijadperest yên ku heta doh xizmeta rejîma Baas û malbata Esad dikirin û îro qaşo bûne 'muxalif' nehat û wan li dijî xwestekên Kurdan îmzayên nerazûbê berhevkirin. Tiştê seyr ew bû ku navên çend kesên 'Kurd' di nava lîsteya ku van nijadperestan berhevkiribû de, hebûn. Jixwe li Rojava ev serê 2 sala ye namadeyek ecêb derdikeve holê, ew jî berizbûna komên 'cerdevanên Rojava' ye. Ev kom ji hinek kesên xwefiroş pêk tê. Kesên ku ji bo pere û pulan îradeya xwe radestî hêzên nijadperest yên muxalefeta Sûriyeye kirine û wezîfeya şerê li dijî PYD girtine ser milê xwe. Bûne peyayê dewleta Tirk û li dijî berjewendiyên gelê Kurd li Rojava dixebitin.
Van kesan beriya demekê li Berlînê 'xwpêşandan' li dijî PYD'ê lidarxist. Kesên ku beşdarî vê 'xwepêşandanê'  bûn sê kes bûn! Li Qahîreyê jî li dijî mafên Kurdan derketin û li dijî PYD silogan avêtin. Ev kes hemû bi nav tên nasîn û ji aliyê civaka Kurd cihê nerazîbûn û nifretê ne.
Ev koma ajan di medya Alman û Erebî de bi awayekî sîstematîk hemû şêweyên derew û û iftrayan li dijî PYD belav dikin. Armanca wê ew e ku PYD kriminalîze bibe û bi vê yekê re xizmetek mezin ji bo dewleta Tirk û hêzên muxalefeta nijadperest a Sûriyeyê were pêşkêş kirin.
Dursitkirina vê koma ajan yek ji karên dewleta Tirk bû. Di  çarçoveya ku Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk (MGK) ji bo şerê Kurdên Rojava de diyarkiribû, ji bilî biçekirina eşîrên Ereb û sorkirina hêzên muxalefetê, durstkirina komên çete û cerdevanên Kurd jî hebû.
Armanc ewe ku di nava Kurdên Rojava de şerekî navxweyî peyda bibe. Tevlihevî çêbibe. Li heremên Rojava ewlekarî nemîne û pêla koçberiyê dest pê bike.
Di dema dawî de partiya bi navê 'Azadî' hewl dide ewlekariya Rojava bi giştî û herema Efrîne bi taybetî bixe metrsiyê û Kurdan ji bo xizmetkirina hêzên çekdar yên muxalefeta Ereb bide xebitandin. Ev partiya ku girêdayî navendên tarî ye û bi komên çekdar yên Ereb û Turkmen re têkildar e, hewl dide derbeyan li hêzên YPG'ê bixe. Bi taybetî li dijî kadroyên pêşeng yên YPG tevdigere. Ji dema ku rêveberê heremî yê YPG'ê Çekdar Amed qetil kir û heta niha ev partî û hin navendên girêdayî MIT a Tirk texrîbatan li herema Efrînê berdewam dikin. Ev demek e serokê vê partiyê daxuyaniyên tûj li dijî PYD'ê dide. Wê wek partiyek 'faşist' bi nav dike û gefên mîna; 'emê ji bo şerê PYD hêzeke eskerî ji 20 hezar şervan damezrînin" dixwe.
Divê bê gotin ku ev partiya bi navê 'Azadî' endama (Hevgirtina Siyasî) ye. Ev 'hevgirtin' ji çar partiyan pêk tê û bi alîkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK hatiye avakirin. Niha li Hewlerê hin alîgir û endamên van her çar partiyan tên perwerdekirin. Her wiha di rojeva wan  de avakirina hêzek eskerî û kenalek televizyonê jî heye. Wer xuya dike ku di rojeva wan de hevkariya bi PYD û karê di bin banê Desteya Bilind a Kurd de tên meşandin nîne. Her wiha rizgarkirina bajarên Qamişlo û Hesekê ji hêzên rejîma Esad jî nîne. Astengkirin û rêgirtina komên çete yên alîgerên dewleta Tirk jî nîne. Tenê di rojeva wan de tengavkirin û astengkirina karê PYD û reşkirina sazî û dezgehên wê hene.
Ev hêz dixwazin xwe bi awayekî eskerî birêxistin bikin û ji bin desthilatdariya Desteya Bilind derkevin. Dixwazin li hemberî hêzên YPG û Asayişê bibin hêzek din a kontrol û îdarekirina heremên Rojava. Her weha dixwazin di warê siyasî de tevî muxalefeta Şamê û hikûmeta wê bibin, bêyî ku ev muxalefet maf û nasnameya Kurdan nas bike.  Jixwe têkiliya hin partiyên di nava vê 'hevgirtinê' de bi hin komên çete re hene. Ew koma çete a bi navê “Yekîneya Selahaddîn” ku ji çend Kurdên xwefiroş pêk tê û beriya çend mehan li taxa Eşrefiyê ya Helebê 10 sivîlên Kurd di xwepêşandanekê de kuştin. Ew koma ku Nûjîn Dêrîk, yek ji fermanderên YPG, girt û radestî dewleta Tirk kiribû.
Hin hêzên muxalefeta Ereb û bi taybetî derdorên Meclisa Stenbolê û hin Kurdên xwefroş, PYD bi têkilyên li gel desthilatdariya Esad tewanbar dikin. Dibêjin çima PYD rêxistina xwe ya li ser rûye erdê fireh dike û dibistanan ava dike û li dijî Esad xwînê narijîne. Ew dixwazin PYD'ê xwîna ciwanên Kurd ji bo anîna rêxistina Birayên Misilman a ajana AKP'ê li ser textê desilatdariyê li Sûriyeyê, birjîne.
PYD li himberî gelê Kurd li Rojava berpirsyare û ew xwîna ciwanên Kurdan buha dibîne. Xwîna Kurdan tenê dikare ji bo şeref û kerameta netewa Kurd were rijandin. Ew ji bo berjewendiyên tu hêzan nayê rejiandin. Eger kîjan hêza muxalefeta Şamê plana li dijî gelê Kurd amede bike û bibe peyaya AKP'ê ku Kurdan ji mafên wan bêpar bike, ewê rastî tekoşîna PYD û hemû Kurdan were.
Ji destpêkê ve me got AKP ya ku Kurdên bakur înkar dike û her roj wan qetil dike qet qebûl nake ku Kurdên Rojava mafên nasnameyê bidest bixin. Me got dê AKP li himberî Kurdên Rojava şer bike. Dê bi hemû îmkan û hêza xwe hewl bide wan bêpar bike. Lê gelekan guhên xwe girt û berê xwe dan Enqerê û li bin ala Tirkiyeyê wek xulaman serî danîn. Niha jî encam diyar e.
Divê Kurdên niha dûrî êşa gelê xwe, xwe yekser xwe ji 'Meclisa Stenbolê' vekişînin û lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin. Divê Kurd nebin beşek ji şerê mezhebî yê di navbera Şîi/Elewî û Suniyan de. Divê baş were zanîn ku ihtîlmalek mezin heye ku Tirkiye vê “Artêşa Hur a Sûriyeyê“ li dijî Kurdan bikar bîne. Jixwe em ji niha ve dibînin bê çawa çapemeniya Tirk kar û barê PYD’ê yê rêxistinkirina civaka Kurdên Rojava li qelemê dide. Ew vî karê wek tehdîd dibîne.
Ji aliyekî din ve xuya dike ku rewşa Esad niha baştire ji rewşa wî ya beriya salekê. Niha ew bawer dike ku Elewî û hin beşên din yên civaka Sûriyeyê di vî şerî de tercîha rejîma wî dikin. Wî dikarîbû sûdek mezin ji çewtiyên muxalefetê bigirta. Sûd ji xîtaba hêzên çekdar ya li dijî beşên din yên civaka Sûriyeyê girt.
Di vê dema dawî de artêşa rejîma Esad û bi alîkariya bi deh hezaran ji şervanên Îran, Şîiyên Iraqê, milîsên Hizbullahê û Elewiyên Skenderûnê li dijî muxalefeta çekdar li gelek bajarên Sûriyeyê serkefrinên eskerî pêkanîn. Bi taybetî li heremên Baniyas, Humis û Derayê derbeyên mezin li muxalefeta çekdar hatin xistin. Rejîma Esad niha artêşek bi navê Artêşa Parastina Niştimanî avakiriye û bi şêweyê şerê gerîla li himberî şervanên muxalefeta çekdar radiweste. Diyare ku rejîma Esad stratejiya xwe guhertî ye. Ew nema baweriyê  bi artêşa fermî ya ku piraniya eskerên wê Sunîne tîne. Ev artêş ji dil şer nake. Gelek ji eskeran dema ku derfetê dibînin, meydana şer terk dikin û direvin. Diçin tevlî 'Artêşa Hur' dibin. Ji ber hindê niha artêşek din ji Elewî û Şîiyan, her wiha Xiristiyan û Durzî jî di nav de hene  hatiye avakirin. Vê artêşê heta niha li gelek hereman serkeftin li himberî hêzên muxalefeta çekdar bi dest xistine.
Wek encam ev yek xuya dibe: Wê şerê li Sûriyeyê dirêjtir bibe. Li gorî vê rewşê divê Kurd xwe amede bikin. PYD wek hêzek pêşeng a Kurdên Rojava, divê projeya xweparastin û avakirinê bi hev re bimeşîne. Her wiha hemû partiyên welatparêz bîne aliyê xwe û Desteya Bilend a Kurd xurtir bikin.
Ji bo 'Hevgirtina Siyasî' jî a ku niha amedekariya damezrandina partiyek yekgirtî dike, divê têkilî werin danîn. Li ser bingeha berjewendiyên Kurdan kar were kirin. Eger ev 'hevgirtin' mîna muxalefetek demokratîk li Rojava kar bike, baş dibe û mafê wê jî heye, lê nabe ew tu hêzek eskerî ava bike. Ev dê bibe destpêka şerê birakujiyê. Her wiha divê helwesta xwe li himberî kiryarên partiya 'Azadî' eşkere bike û kesên destê wan di kuştina welatparêzan de heye, radestî edaletê bike.
Lihevkirinek li vî esasî dikare pêk were…