Ehmed got, ew ji bo bi mûxalefeta Sûriyeyê re hevdîtinan bikin çûne Tirkiyeyê û nameyek ji bo wan bi xwe re birine û weha peyivî: ´ji bo di dema pêş de bi hêzên mûxalîf ên li Sûriyeyê re derfetên xebata bi hev re biafirînin, me hevdîtin kirin.´
Hevserokê ENKS´ê Ehmed îşaret bi qelsbûna mixalefeta Sûrî kir û got, ´Me bi hemû hêzên di nava koalîsyonê re hevdîtin kirin. Rewşa Sûriyeyê, rastiya li Rojava û pêvajoya şoreşgerî me bi berfirehî nîqaş kir. Me dît ku gelek ji wan bi şaşî der barê Rojava de hatine agahdarkirin. Me dît ku haya wan ji rêveberiyeke hevpar a gelên Kurd, Ereb, Suryanî-Ereb û pêkhateyên din ên civakî nîne. Ambargoya aborî li ser me hat meşandin, hat xwestin ku em bên dorpêçkirin. Em rastî êrîşên gelek hêzên weke El Nûsra, DAIŞ û Artêşa Azad hatin. Lê belê tevî van hemûyan jî îro Rojava weke herêmeke ewle û azad deriyên xwe li her kesî vekiriye. Bi deh hezaran mirovên li bajarên din ên Sûriyeyê ji ber şer malên wan şewitîne, xwe li Rojava girtin.´

Deriyê diyalogê vebû

Abdulselam Ehmed hevdîtin weke erênî nirxandin û weha dirêjî da axaftina xwe, ´me sîstema xwe ya xweseriya demokratîk bi wan dan nasîn. Bêguman me hêzên mixalif vexwendin Rojava ku bên bi xwe rewşê bibînin.´ Ehmed got, haya wan jê heye ku ev hêzên mixalif bi tenê beşeke xelkê Sûriyê temsîl dikin û weha peyivî, ´me pêşniyar li wan kir ku bi hev re eniyeke demokratîk a hevpar em ava bikin û di vê çarçoveyê de plansaziyekê deynin ber xwe û bi hev re tevbigerin. Li şûna bersiveke yekser, wan pêşniyara me erênî pêşwazî kir. Wê vê binirxînin û di dema pêş de nêrîna xwe ji me re ragihînin. Bi dîtina min bi van hevdîtinan deriyekî nû yê diyalogê vebû.´

Herkesî dît me rast kirye

Ehmed îşaret pê kir ku Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê beriya niha Kurd nas nedikirin û weha peyivî, ´ev rewş bêguman çavkaniya xwe ji qelsiya karên me yên dîplomatîk werdigire. Me rastiya Rojava, xeta sêyemîn, berxwedana leşkerî û pergala xwe ya demokratîk bi têrkerî bi derve nedan naskirin. Li gel vê yekê hin hêzên mixalif jî bi reşkirina Kurdan hewl dan bibin xwedî berjewendiyên siyasî-aborî. Ev yek veguherandin xeteke polîtîk. Me jî xebateke dîplomatîk a dikare vê bişkîne nemeşand. Eger em îro tên qebûlkirin, sedema vê derketina gelek derfetên maddî ye. Beriya her tiştî berxwedana Rojava li hemberî êrîşan xwe îspat kir. Her wiha êdî her kesî baş dît ku me rewşa siyasî ya li Sûriyeyê baş û rast xwendine.´
Ehmed wekî din ragihand ku Koma Asûrî pêşniyar kiriye ku li Cizîrê Konferans yan jî Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê li dar bixe. Ehmed got, hevdîtina bi heyeta PDK´ê jî li ser daxwaza wê pêk hatiye û di vê hevdîtinên der nêrînên hevpar kifşbûne, lê ti lihevkirin çênebûye. 

ANF/STENBOL