Bi hezaran jin, ciwan û welatiyên Kurd ji bo piştgirî bidin şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana bê hempa ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), herwiha ji bo şermezarkirina girtina deriyê Sêmalka ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin li Parka Ronakî ya Hewlêrê kombûn. Herwisa Partî û rêxistinên wek Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK), Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdisanê (RJAK), Gencanî Şoreşger û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan beşdarî meşê bûn. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şehîdên YPG'ê û alên YPG, PYD'ê hatibûn rakirin. Di meşê de bê navber durûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", 'Bijî YPG', 'Kurdistan wê ji dijminan re bibe goristan' hatin avêtin. Piştî ku pêşiya meşê gihişt ber avahiya ku li sala 1997'ê ji aliyê PDK'ê ve bi dehan gerilayên PKK'ê yên birîndar û gazî hatibûn qetilkirin deqeyek rêz hate girtin.


'Êrîşî destkeftiyên Kurd dikin'

Meşa ku bi pêşengiya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê hate li darxistin, piştî ku gihişt navenda bajêr girêdayî armanca meşê daxuyani çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Gencanî Welatparêz ve hate dayîn wiha hate gotin; "Lê hinek hêz û aliyên ku naxwazin gelê Kurd bigihije azadiya xwe dixwazin van destkeftiyane ji destê gelê Rojava bigrin. ji bo ku vê yekê pêkbînin jî serî li riyên curbecu yên hovane didin û heta diçin welatiyên sivîl bi rêbazên hovane qetildikin û malên wana talan dikin."

'Hêzê bidin banga seferberiyê'

Di berdewama daxuyaniyê de, Gencanî Welatparêz balkêşand ser banga (YPG) ji bo serferberiyê û wiha domand; "Di rojên dawiyê de neyar û hêzên ku li dijî statuya Kurdan ya Rojavayê Kurdistanê di bin navê cihadê û çûna cennetê şerek berfirek li hember hêzên YPG'ê daye destpêkirin. Di van êrîşan de, her çendî ku komên çete nekarîne bigihin armanca lê pîvanên şer binpê dikin û tola xwe ji welatiyên sivîl hildidin û malên wana talan dikin. Lewma em bangawaziya seferberiyê ya YPG'ê di cih de dibînîn û tevayî gelê Kurd û ciwanên Kurd vedixwînin ji bo piştgiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê."

Bang ji bo ciwanan: Nebin amûrê komên çete

Herwisa li ser navê cîhadê çûyîna Rojava ya ciwanên Başûrê Kurdistanê jî wiha hate gotin; "Li Başûrê Kurdistanê bi dehan ciwanên Kurd li ser navê cîhadê û çûyîna buhiştê diçin Rojavayê Kurdistanê bi Kurdan re şer dikin. Dibin amûrê komên çete û dijminên me. Em bang li wan ciwanan dikin destê xwe ji xwîna gelê xwe bikêşin û beşdarî berxwedana gelê Kurd a ji bo azadiya Kurdistanê bibin." Lewra bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê hate kirin ku, pêşî li çûyîna ciwanên Kurd yên li ser navê cîhadê diçîn li Rojava bi Kurdan re şer dikin û di nav komên çete de cihê xwe digrin.

Girtina sînor xizmeta dijmin e

Derbarê girtina deriyê sinorê Sêmalka ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê û hersê serokatiyan hate kirin ku dawî li girtina deriyê sinorê Sêmalka bîne. Daxuyanî wiha hate domandin; "Em wek Gencanî Welatparêz bang li serokatiya Herêma Kurdistan, serokatiya Hikumeta Herêmê û serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê dikin ku divê demek ji ya din zûtir deriyê Sêmalka li gelê Rojavayê Kurdistanê vebike."

'Emê li bîranîna Huso xwedî derkevin'

Di dawiya daxuyaniyê de sûîkasta li hember siyasetmedarê Kurd û endamê Desteya Bilind a Kurd Îsa Huso hate şermezar kirin û wiha hate gotin; "Şehîd Îsa Huso ev nêzîk 30 sale cihê xwe di têkoşîna azadiya gelê Kurd de girtiye û qet ji têkoşîna xwe ya azadiyê dûr neketiye. Wî hertim bi azadiya Kurdan jiyan kiriye û li gorî vê beşdarî bi awayek bi awayek bê hempa beşdariya xwe ji tekoşîna azadiyê re daye çêkirin. Em soz didîn emê heta dawiyê di kesayeta Şehîd Îsa Huso de li bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê xwedî derkevîn û xiyalên wan yên ji bo azadîya gelê Kurd û Kurdistanê bînîn cih." 

DİHA/HEWLÊR   




Li Almanya çalakî ji bo Rojava  

Kurdên li Almanyayê dijîn ji bo piştevaniya Şoreşa Rojava û êrîşên li ser gelê Kurd şermezar bike li gelek bajaran çalakiyan pêk tînin. Kurdên li eyalate NRW dijîn, roja şemiyê li Bonê dê meşekê pêk bînin û roja yekşemê jî li Berlînê dê li ber Wezareta Karê Derve mîtîngên protestoyî pêk bînin.
Çalakiyên dê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê (YEK-KOM) ve tên organîzekirin de, dê di serî de bang li hikûmeta Alman û Yekitiya Ewropayê bikin û sibê li gelek bajaran dê meşê pêk bînin. Bername wiha ye:
EYALETA NRW: Li eyaleta Bakur ya Almanyayê Ren Westfalya Kurd sibê ji bo Rojava tên cem hev. Meşa saet di 17.00’an de ji ber Frankenbad dê dest pê bike. Ji Koln, Dortmund, Dusseldorf, Duîsburg, Bochum, Essen û Hagenê Kurd tevli bibin.
HANNOVER: Kurdên li Hannover, Salzgitter, Hildesheim û Peine dijîn û dostên wan sibê li qada Steîntor saet di 13.30’an de dê mîtîngekê pêk bînin.
HAMBURG: Ji bo piştevaniya Rojava li Hamburgê sibê saet di 17.00’an de dê Kurd û dostên Kurdan bên cem hev.
BREMEN: Ji bo piştevaniya Rojva li Bremenê Kurd û dostên wan dê sibê saet di 14.00’an de li gara trenê ya Hautpbahnhof bên cem hev.
BERLÎN: Li Berlîsê j îli ber Wezareta Karê Derve saet di 14.00’an de dê gel bê cem hev. Mîtînga roja  duşê dê saet di 14.00’an de dest pê bike, ji bo tevlibûnê bang hat kirin.
Roja yekşemê saet di 13.00’an de rêxistina Berlîn a PYD’ê li Komeleya Kurdan ji bo Îsa Huso dê bernameyek pêk bînin.

BERLÎN