Têkildarî mijarê Hevserokê Meclîsa Demokratîka Gelê Mexmûrê Hecî Kaçan diyar kir ku têkildarî astengiyê ji bo wan ti agahiyeke fermî nehatiye şandin. Kaçan diyar kir ku têkildarî mijarê wî hevdîtin li gel Qeymeqamê Navçeya Mexmûr û Walîtiya Hewlêrê pêk anîne û her du aliyan jî diyar kiriye ku têkildarî mijarê ti agahî li ber destê wan nîne. Kaçan got, di hevdîtina xwe ya li gel rayedarên nuqteya kontrolê ya Hewlêrê de, ji wan re hatiye gotin, ji navenda Giştî ya Asayîşê fermana sê rojan ketina Hewlêrê qedexe ye, hatiye dayîn.

Hecî Kaçan diyar kir ku destûrnedana Mexmûriyan a ketina Hewlêrê, dibe ku girêdayî xwepêşandanên mamosta û xebatkaran ên 27’ê Îlonê bê. Kaçan di dewama axaftina xwe de jî got; “Di demên dawiyê de karkerên Mexmûrê ji kar tên derxistin, di ketina wan a Hewlêr û Silêmaniyê de astengî tên çêkirin. Me ev mijar pêş şanda HDP’ê li gel Nêçîrvan Barzanî hevdîtin bike, anî rojevê û ew jî bi Barzanî re axivîn. Barzanî jî gotibû, ew bi xwe wê li ser vê mijarê raweste. Lê me hinek tiştên cûda jî bîhîstin. Îdiayên ku weke wê ketina Mexmûriyan a Hewlêrê bi temamî bê rawestandin, li ber guhên me ketin. Ji ber vê yekê astengiya îro ya ketina Hewlêrê ji ber çalakiyên 27’ê Îlonê ne, yan jî sedemeke din li pişt e, em tam nizanin.”

Di rojên dawiyê de li Silêmanî û Hewlêrê karkerên Mexmûrê ji kar tên derxistin. Komîteya Karkeran a Mexmûrê jî doh bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî derxistina karkeran a ji kar da û diyar kir ku ew ê vê qebûl nekin. 


 ROJNEWS / HEWLÊR