Federasyona Fûtbolê ya Asyayê di nivîsara xwe de gotiye, “Divê hemû tîmên ku beşdarî Şampiyonaya Asyayê dibin, hemû belge û tomarên yarîzanên xwe heta 13ê vê mehê ji me re bişînin û eger neşînin emê li gor pêkhateya qonaxên yekê ya şampiyonayê muameleyê digel wan bikin.”
Di qonaxa pêş kutayî ya şampiyonaya tîmên şampiyon ya Asyaya 2011ê de dê tîmên Erebistana Suudiyê, Qeter, Îran, Japonya û Koreya Başûr beşdar bibin.
Her weha di qonaxa pêş kutayî ya şampiyonaya Kûpaya Yekîtiya Asyayê de jî dê tîmên Iraq, Urdin, Kuweyt, Endenûzya, Tayland û Ozbekistan beşdar bibin. Her du yaneyên Hewlêr û Dihokê dê wek nûnerên Iraqê beşdarî Şampiyonaya Yekîtiya Asyayê bibin.
Tîma Hewlêrê dê li 13ê îlona dahatî li derveyî yarîgeha xwe digel tîma Pîrosîpora Cayapora ya Endenûzyayê bilîze û tîma Dihokê jî dê heman roj li derveyî yarîgeha xwe digel tîma Wehdan a Urdinê bilîze.


Hewlêr û Zewra maça fînalê li 15’ê Tebaxê dilîzin
Federasiyona Iraqê ya Futbolê biryar da maça fînala Super Lîga Iraqê ya navbera pêşnegên Grûpa Bakur û Başûr di 15ê vê mehê de bê lîstin. Di fînalê de, yaneya Hewlêrê wek pêşenga Grûpa Bakur û yaneya Zewra wek pêşnenga Grûpa Başûr dê bêne hemberî hev.
Maça fînalê dê 15ê vê mehê li ser Stadyoma Gel a Navdewletî li Bexdayê bê lîstin, her wiha beriya wê bi rojekê, yaneya Quwe Cewye wek duyema Grûpa Başûr û yaneya Sînahe wek duyema Grûpa Bakur dê li heman stadyomê bilîzin.
Her du yaneyên Hewlêrê û Zewra ji sala 2001ê ve, 9 caran bi hev re lîstine, Hewlêr 4 caran serkeftiye, Zewra 3 caran û 2 maç jî wek hev qediya ne.
Di werzê sala 2007-2008 de, maça fînalê navbera Hewlêr û Zewra li ser Stadyoma Firenso Herîrî hat lîstin û tê de Hewlêr bi encama 1-0 serkeft û bû şampiyona Super Lîga Iraqê.

Di Super Lîga Iraqê ya Futbolê de, 28 yane beşdar bûn û bi ser 2 grûpan ‘Bakur û Başûr’ de hatibûne parvekirin.

HEWLÊR