Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li hikûmeta Iraqê kir ku projeya bûdçeya 2018'an erê neke.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hikûmeta Iraqê kir ku projeya bûdceya giştî ya Iraqê ku tê de bûdçeya Herêma Kurdistanê hatiye kêmkirin, erê neke.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku proje bêyî beşdarbûna Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin û li derveyî qanûnên federalî ne.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 4 xal tên destnîşankirin û tê gotin ku reşnivîsa bûdçeya Iraqê ya sala 2018'an bêyî Kurdan û yekalî hatiye nivîsandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku projeya yasayî nepejirîne.


Bingehê qanûnî nîne

Hikûmeta Herêma Kurdistanê  têkildarî kêmkirina bûdçeya Herêma Kurdistanê jî wiha got, “Ti bingeheke destûrî ya kêmkirina para bûdçeya Herêma Kurdistanê nîne û ev yek li derveyî lihevkirina hevbeş e. Para ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin, ti sûdekê nagihîne hemwelatiyan."

Hikûmeta  Herêma Kurdistanê kêmkirina bûdçeya Herêma Kurdistanê weke 'cezakirina bi komî ya gelê Herêma Kurdistanê' bi nav kir û got; "Di reşnivîsê de hejmara mûçegirên Herêma Kurdistanê weke, 682 hezar û 21 kes hatiye destnîşankirin û ji bo mûçeyên mehaneyan tenê 206 milyar dînar hatiye veqetandin. Her wiha tenê 128 milyar dînar jî ji bo mûçeyên çavdêriya civakî, teqawîtan, malbatên şehîdan û kêmendaman hatine veqetandin, ku ev jî bi giştî dike 334 milyar dînar. Li Herêma Kurdistanê milyonek û 249 hezar û 481 mûçegir hene û ev jî ji bo mehekê dike 897 milyar û 500 milyon dînar."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike ku ji bo bi hev re amadekirina reşnivîsa bûdceyê derfetekê çêke û xalên berevajî destûrê ne, sererast bike. Di reşnivîsa projeya bûdceya giştî ya sala 2018'an a Iraqê de ji bo Herêma Kurdistanê ji sedî 12.67 hatiye veqetandin. Bûdceya Herêma Kurdistanê heta niha ji sedî 17 bû. 


HEWLÊR