‘Hewraman rihê neteweya Kurd e’

Haberleri —

Konferansa ‘Naskirina Hewraman’ ya bi armanca parastin û zindî hiştina ziman, çand û ferhenga Hewramî, li Helebce dest pê kir. 

Doh konferansa ‘Naskirina Hewraman’ ya ji bo parastin û zindî hiştina ziman, çand û ferhenga Hewraman, di saet 09:40’an de li Salona Bonekan ya Helebce dest pê kir. Konferans ji aliyê rewşenbîr,  çalakvan, nivîskarên Hewraman û bi alîkariya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi dirûşma ‘Bi Hawramî bihizire, bi axive û binivîse’ dest pê kir.

500 delegeyên  ji her çar parçeyên Kurdistanê û welatên Ewrûpa,  nûnerên KNK û nûnerên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji tevlî konferansê bûn.

Konferans wê du rojan dewam bike. Di çerçoveya çalakiyên destpêkê de pêşî hevserokê konferansê xêrhatina beşdaran kir û dûvre jî peyama Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd, peyama Waliyê Helebce werin pêşkêş kirin.

Piştî gotina Siyaçemane di saet 10:30’an de panelek hate pêşkêşkirin.

Mijara yekem ya konferasnê dîroka Hewraman e ku ji aliyê Mamosta Ebdullah Şêx Seîd ve hat pêşkêşkirin. Mijara duyem dîroka Hewramaniyên Ebdulmelîkiyan e ku di 13:30’an ji aliyê Hesen Selîmê Ebdulmelekî ve hat pêşkêş kirin.

Di panêla Sêyem de jî mijara yekem, ‘Li Hewreman jiyana xweş’ e û ji aliyê Muamîn Mihemed Heçîçî ve tê pêşkêşkirin. Her wiha di vê panalê de mijara duyem, ‘Li Hewreman cihê wêjeyê’ ye û vê mijarê Heme Reşîd Emînî digire dest.

Hewramanî tine bibin wê Kurdayatî jî tine bibe

KCK’ê ji Konferansa Hewraman re peyamek şand û got, “Hewraman ne tenê parçeyeke ji neteweya Kurd e; di heman demê de rehê bingehîn e ku neteweya Kurd li ser ava bûye.” Her wiha KCK’ê bal kişand ser taybetmendiya civaka Hewraman ku nêzî modernîteya demokratîke û got, “Eger Hewraman tine bibin, wê Kurdayetî tine bibe.” Û di dawiya peyama xwe de KCK’ê bi bîr xist ku bi cihêrengiya xwe Kurdayetî ava bûye û got: “Kurdayatiya me Hewraman, Soran, Kurmanc, Zaza, Lor, Sinnî, Şiî, Elewî, Êzîdî, Kakayiyan bi hev re ava kir. Ji bo vê jî, ji bo ku Kurdayatî ji niha û pê de jî bijî divê ev hemû nasnameyên çandî bijîn. Divê baş were zanîn; heke Hewraman tine bibin wê Kurdayatî tine bibe, heke Soran, Kurmanc, Êzîdî, Yarsan tine bibin wê Kurd tine bibin. Ji bo vê jî em nirxekî mezin bi konferansa wê didin. Em dibêjin, ‘Hewramanan bidin jiyîn da ku Kurd bijîn, Kurdan bidin jiyîn da ku mirovahî bijî’ û we hemûyan silav dikin.”

 ‘Hewreman di nav dilê pêşketinxwazan de ye’

Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Rêbiwar Reşîd di konferansa Hewramanê de axivî û got: “Kurdistan cihê pêşketixwazane û Hewreman jî di nava dilê pêşketinxwazan de ye.” Rêbiwar Reşîd behsa hewldanên dagirkerên Kurdistanê yên têkbirina çand û hunera Kurdan jî kir û got: “Hemû dagirkerên Kurdistanê di nava hewldanên têkbirina çanda Kurdî de ne û  dixwazin çanda xwe li cihê çanda Kurdî bi cih bikin. Lê belê ev konferans ji bo zindî hiştina çanda Hewremanê ye. Pêwîste di vê konferanse de bersivek  bi hêz ji bo dagirkerên Kurdistanê were dayîn.” Rêbwar Reşîd di dawiya axaftina xwe anî ziman ku dilsoziya ji bo Hewremanê tê wateya dilsoziya ji bo Kurdistanê û got: “Kurdistan cihê pêşketixwazane û Hewream jî di nava dilê pêşketinwazan de ye.”


ŞINA FAYÎQ / ROJNEWS / HELEBCE



paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.