
Bi hatina salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyam û xwepêşandanên ji bo şermezarkirina komployê her diçin zêde dibin. Her wiha li seranserî Kurdistanê piştgirî û daxwaza ji bo azadiya Ocalan jî didome.
Parlamenterên YNK’ê yên li Parlamentoya Iraqê Mihemed Osman û Şiwan Dawidî bi vê boneyê ji bo azadiya Ocalan bang kirin.
Bi girtina wî bi milyonan kes rabûn
Parlamenterê YNK’ê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Osman bi bîr xist ku ev 18 sal in Ocalan girtî ye û got: ”Di 18. salvegera girtina Serok Apo de, desthilatdariya faşîst a dewleta Tirk û Erdogan nalet dikim. Girtina Ocalan daxwaza dawîkirina şoreşa gelê Kurd e. Lê bi girtina wî bi milyonan kes rabûn û ramanên wî cihanê belav bûn”. Her wiha Osman ji bo azadiya Ocalan anî ziman ku divê yekîtiya Kurdan çêbibe da ku Kurd karibin rêberê xwe azad bikin.
Ocalan Mandelayê Kurd e
Yek ji parlementerên parlementoya Iraqê yê YNK’î Şiwan Dawidî bi bîr xist ku dewleta Tirk di nava helwestên dîl girtina fikrên Ocalan de ye û got: “Tişta li gel min balkêş berxwedana Birêz Ocalan ya 18 sal ên girtîgeha takekesî ne. Ocalan bûye Mandelayê Kurd. Berxwedan û teslîmnebûna Ocalan serê hemû gelê Kurd bilind dike. Pêwîste tevahiya gelê Kurd ji bo azadiya Ocalan li herçar parçeyên Kurdistanê xebat bikin û hewildanên xwe zêde bikin ji bo azadiya Serok Apo.”
‘Em jî ne azad in’
Ji bo hatina salvegera komploya 15’ê Sibatê gelê Êzîdî jî hêrsa xwe anî ziman û komplo şermezar kir. Êzîdiyê bi navê Xelef Birahim ragihand ku fikrê Rêber Apo fikrek, xwedî exlaq e û got: “Heyanî Serok Apo azad nebe, em jî azad nabin. Ger Serok Apo di girtîgehê de be ez li vir ne azad im. Yê ku dijberiya fikir, raman, felsefe û bîrdoziya Serok Apo bike ew di heman deme de dijminê me ye, xwînmijê me ye û ew kafir e.”
Rizgarkirina gelê Şengalê ye
Welatiyê bi navê Seîd Şengalî bal kişand ser girtina Ocalan got: “Daxwaza me ji sazî, saziyên mafê mirovan ji bo mirovahiyê tekoşîn dikin ji bo azadiya Serok Apo bikevin nav hewlidana û em Serok Apo rizgar bikin. Ji ber ku rizgarkirina Serok Apo, rizgarkirina hemû mirovahiyê, gelê bindest, hemû cîhanê û bi taybetî rizgarkirina gelê me yê Şengalê ye. Divê em jî, ji bo azadkirina Serok Apo tekoşîn bikin ku em azadiya Serok Apo misoger bikin.”
Helwestek cidî pêwîst e
Sekreterê navenda Tevgera Goran a Helebce Kolasan Ebubekir diyar kir ku şermezar kirin bar e li ser milê gelê Kurd û wiha peyivî: ”Li gel vê jî pêwîst e helwestek cidî li hemberî wê sûcdariyê bê nişandan. Bi taybet ji niha ve helwest were nişandan ku salvegera komployê nêzîk dibe. Nabe di navbera Rêberên dilsoz yên gelê Kurd de cûdahî were kirin. Çi yên di zindanê de û çi jî yên berê, karîne nîha gelê Kurd ber bi pêş ve bibe. Divê em hemû ji bo azadiya Rêberê gelê me hewldanan bikin. Ez di wê baweriyê deme ku helwesta fermîya Tevgera Goran dê wisan be.”
Ji bo Rojhilat bang
KCR, daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera fermî ya KODAR’ê belav kir û banga berxwedan û têkoşînê li ciwanên şoreşger û welat parêz kir û got: “Emê bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê parçe bikin, Rêbertiyê azad bikin.”
KCR dazanîn ku divê ciwan ji herdemê bêhtir li hember êrîşên li ser Rêber Apo birêve diçin xwedî helwestbin û got: ”Ne tenê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, pêwîste ciwanên ji hemû netewên li Îranê dijîn, hemû baweriyên di nava axa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de dijîn jî, bibin xwedî helwest. Ji ber Rêber Apo ne tenê temsiliyeta gelê Kurd dike, temsiliyeta hemû gelên cîhanê yên bindest û baweriyan jî dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN