
Navenda jinan mercên tevlîbûna pêşbirkê jî eşkere kirin. Li gorî vê, yên ku tevlî pêşbirkê dibin, çîroka li ser jinê nivîsandiye pêwiste pêştir li ti cihek ne hatibe weşandin. Her bejdervanek pêwiste herî kêm bi du çîrokan yan helbestan, yan jî bi helbestek û çîrokekê bejdar bibe. Çîrok û helbestên ku hatin hilbijartin piştî destûra nivîsê girt şûnde wê were weşandin.
Di pêşbirka ku tevlîbûna bi zimanên Kurdî, Tirkî û elmanî gengaze, 1’ê Sibatê destpê dike heya 30’ê Hezîranê wê dewam bike. Encamên pêşbirkê wê di Tîrmeha 2014’an de were eşkere kirin. Şertê beşdariyê jî wiha hatin rêz kirin.
* Di vê Beşdarbunê de çîrok û helbestên li ser jinê hatine nivîsîn. Pêwîste çîrok û helbest beriya niha li ti derê nehatibin weşandin.
* Beşdarvan tenê dikarin bi du çîrok, yan jî bi du helbest her wiha yan jî bi çîrok û helbestekê dikarin tevlî bibin. Helbest û çîrokên tên hilbijartin di serî de bejdarvan di pejirînin ku bê weşandin. Li ser daxwaza beşdarvana dikare nivîs bi navek cûda bên weşandin.
* Dikarin çîrokan bi nivîsa dest yan jî komputerê binivîsin.
* Çîrokan dê bişînin navnîşana jêr.
* Kesê bi helbest yan jî bi çîrokê tevlî dibe, pêwîste nav, paşnav, navnîşan û kurt demboriya xwe binivîse.
* Zimanên beşdarbûnê Kurdî, Tirkî û Elmanî. n KOLN
Navnîşan:
Frauenbegegnungsstatte
UTAMARA
Her jinekê çîrokeke xwe heye
E-mail: utamara@web.de
Tel. 0049 (o) 2644-602424
In der Stehle 26
53547 Kasbach-Ohlenberg