Bi salan e bi dehan xwendekarên kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di beşên cûda yên weke; Tib, arkeoloji, ragihandin, zimanê kurdî, inglîzî, sosyoloji, bijîjkê didan, derûnasî, endazyarî, yasa, ramyarî û beşên din mezûn dibin. Bi giştî hêjmara xwendkarên ku îsal zanîngehê xelas dikin, 46 e. Li gor vê yekê ji beşa arkeoloji 9 xwendekar, beşa derûnasî 7, endazyarî 4, inglîzî 3, sosyoloji 3, ragihandin 2, aborî 2, hemşire 2, tiba giştî 1, qanûn 1 û ji peymangehê jî 9 xwendekar mezûn dibin.
Piştî ku li kulêjan wêneyên taybet ên ji bo bîranînan hatin girtin, dost, heval û malbatên xwendekaran çûn zanîngehê û xwendekarên mezûnbûne pîroz kirin. Bi hev re wêneyên bîranînê hatin girtin. Piştî zanîngehê jî xwendekar, malbatên wan û hevalên xwendekaran çûn Parka Samî Ebdurehman. Li wir heta derengî êvarî bi hev re xwarin xwarin û govend gerandin. Dema bû şev jî, hemû xwendekarên mezûnbûne, li saloneke govendan kom bûn. Li vir merasîmek ji bo xwendekaran hat li darxistin. Yek bi yek navê xwendekaran hat xwendin û piştre jî ta derengî şevê govend hat gerandin.
Pirsgirêka mezin alfabeya Erebî ye
Xwedevanekî beşa Arkeolojiye İdban Kara diyar kir ku ew pir keyfxweş in ku tevî hemû zorî û zehmetiyan zanîngeh qedandine û wiha got: "Hêvîdarim ku wê ev bi xwe re encamên baş bîne.
Di nava 4 salên zanîngehê de ji bo me tişta herî nexweş, jiyana yurdan bû. Herwiha di aliyê aborî de jî me gelek zorî kişandin."
Xwendakarê beşa derûnî Nurten Yaman da zanîn ku îro ji bo wê rojekî pir xweş e û wiha axivî: "Lê di heman demê de ji bo min rojekî xemgîniyê ye. Qutbûna me ya ji hevalên me yên zanîngehê jî tiştekî nexweş e. Ji bo me tişta herî zehmet ziman bû û herî zêde me di vî warî de zehmetî kişand."
Xwendekara beşa aborî Suna Kara jî destnîşan kir ku li aliyekê keyfxweşe, li aliyê din jî xemgîn e. Kara da zanîn ku ew keyfxweşe ku bi awayekî serkeftî zaningeh qedandiye û wiha got: "Li gel heval, dost û mamostayên xwe xwendin pir xweş e, lê mirov piştî xwendinê ji hev cûda dibe û ev jî xemgîniye. Herî zêde me despêkê di warê ziman de zehmetî dît. Ji ber me zimanê erebî me zehmetî kişand. Li zanîngehên vir divê mirov zimanê erebî, inglîzî û soranî başî bizane."
Salane bi dehan xwendekarên kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ji beşên cûda yên Zanîngeha Selahedîn, Zanîngeha Hewlêr û Zanîngeha Dihokê mezûn dibin. Heta niha zêdetirî 400 xwendekar mezûn bûne.
DÎHA/HEWLÊR