KURDÎ-DER'a Îzmîrê li Gazînoya Golê ya li qada Fuarê bi merasîmeke sertîfîka da 91 kursiyerên di serdema perwerdehiyê ya 2013-2014'an de kursa ziman bi serkeftî temam kirin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Mizgîn Irgat, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Alî Erdemîrcî, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêxistinên demokrasî û kedê beşdarî merasîmê bûn. Li salona merasîm hate lidarxistin posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dowîzên "Zimanê me nasnameya me ye" "Di malên xwe de bi Kurdî biaxivin" "Jiyan bi Kurdî xweş e" "Kurdî bikin zimanê jiyanê" hatin daliqandin.
Divê bibe zimanê perwerdeyê
Serokê KURDÎ-DER a Îzmîrê Ramazan Kaygisiz di merasîmê de axivî û bal kişand pêkûtiyên li ser zimanê Kurdî. Kaygisiz destnîşan kir ku desthilatdar beriya her tiştî li ser zimanê Kurdî pêkûtiyan pêk tînin û gelek bi zimanê xwe ve heye. Kaygisiz bilêv kir ku îxtidara AKP'ê îdia dike ku Kurdî ne qedexe ye lê hê jî Kurd nikarin navên Kurdî bidin zarokên xwe û wiha berdewam kir: "Kurdî tenê li derve û malan axaftin ne bes e. Divê em li hemû qadên cemaweriyê bi kar bînin û bibe zimanê perwerdehiye. Ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê KURDÎ-DER têdikoşe. Heta ku em bigihîjin vê armanca xwe dê têkoşîna me bidome."
'Malên me wekî dibistanekê ye'
Piştre Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Mizgîn Irgat axivî û bal kişand li ser girîngiya zimanê dayikê û wiha berdewam kir: "Malên me wekî dibistanekê ye. Dayikên me weke mamosteyên bi rûmet in." Irgat da zanîn ku Kurdî li Rojhilata Navîn rastî zilmê tê lê ligel vê yekê jî li ser piyan e û xwest di hemû qadên jiyanê de Kurdî bê bikaranîn. Piştî axaftinan sînevîzyon hate pêşandan û hunermendên NÇM'a Îzmîrê derketin ser dikê. Piştre jî 91 kursiyeran sertîfîkayên xwe wergirtin.
DÎHA/ÎZMÎR