Doko diyar kir ku zimanê Kurdî tiştekî pir giring e ji bo gelê Kurd, ji ber wê gerek e gelê Kurd xwedî li zimanê Kurdî derkeve û bermahiyên siyaseta şofînist a rêjîmên desthiladar li ser zimanê Kurdî ziman bi dawî bike.
Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokrattik (TEV-DEM) Îsmaîl Dêrik axivî û da zanîn ku divê Kurd zimanê xwe têxin hemû aliyên jiyanê û tunekirina ku li ser zimanê Kurdî bi dawî bikin. Herwiha Dêrik got ku hêzên desthildar li himber çand û wêjeya Kurdî kiryarên dijmirovahiyê kirine û zimanê Kurdî qedexe kirine. Di dawiya axaftina xwe de Dêrik anî ser ziman ku li Rojavayê Kurdistanê kesên mîna Cegerxwîn û Celadet Bederxan derketine. Piştî axaftinan sertîfîka li Şagirtan hatin belav kirn.
Salona merasîma bi ala Desteya Bilind a Kurd hatibû xemilandin, herwiha pankartên ''Zimanê me nasnama me ye" û "Zimanê me hebûn rûmeta me ye" hatibûn dalqandin.
ANF/QAMIŞLO