Heyet ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne danê sibê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Heyet çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Her kes li bendê ye ka wê Ocalan derbarê bûyerên li herêmê, êrişên çeteyan li dijî Şengalê û hêzên parastina hevpar ya Kurdan çê bêje.
Ji bilî vê di hevdîtina borî de têkîldarî pêvajoya çareseriyê Ocalan dem dabû hikûmetê, helwesta Ocalan ê li hemberî daxuyaniyên hikûmetê dê çawa be tê mereqkirin. Heyeta HDP'ê ku beriya çend rojan bi hikûmetê re "pêvajoya çareseriyê" nirxandibûn Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay gotibû ku ew hewl didin nexşeriyê zelal bikin û heta meha Îlonê dê xebatên xwe bigihînin encamê. Serokwezîrê Tirk Erdogan jî piştî ku wekî serokomar hate hilbijartin gotibû ku dê pêvajoya çareseriyê bidome.
Lê ligel daxuyaniyên ku ji aliyê hikûmetê ve tên dayîn aliyê kurd dixwazin li gorî "qanûna çarçoveyê" ya ku hatiye derxistin de gavên şenber bên avêtin û pêvajo bê pêşxistin.
DIHA/STENBOL