Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak ji Stenbolê bi balafirê hate bajarê Hewlêrê ya Herêma Federal a Kurdistanê û li Otela Sheratonê man û piştre Hevserokên BDP û KCD’ê çûn Silêmaniyê.
Hevserokên BDP û û KCD’ê dê li Silêmaniyê bi Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî re hevdîtinê pêk bînni. Heman rojê dê bi nûnerên partiyan re jî hevdîtinan pêk bînin û di hevdîtinan de pêşketinên li Rojhilata Navîn û girêdayî vê jî rewşa kurdan bêne nîqaşkirin. Mijareke din a hevdîtinan jî dîroka Konferansa Neteyewî ya Kurd e.

Hevserokên BDP û KCD’ê ji ber ku li Tirkiyeyê bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî re hevdîtin pêk anîne dê careke din neyên ba hev. Hate diyar kirin ku hevserokên BDP û KCD’ê îro piştî hevdîtinan vegerin Tirkiyeyê.

HEWLÊR