Heyetek ji sekreter û rêveberên partiyên pêkhateyên Encumena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) çû serdana rayedarên KCK'ê. Sekreterê Giştî yê Partiya Niştimaniya Demokratîk (PND) Tahir Sifok, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê El Partî (PDKS) Nesreddîn Îbrahîm û Sekreterê Giştî yê Partiya Yekitiya Kurd (PYK) Îbrahîm Biro li gel yên bi xwe re çûn Qendîlê û bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtina sê saetan endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku hevdîtin li ser daxwaza ENKS'ê pêk hatiye û mijarên nakokiyên navxweyî yên partiyên li Kurdistanê, civîna Cenevre 2 û deriyê sînor ê Sêmalka hatine nirxandin.


Rojava hîmê yekîtiyê ye

Şengalî der barê hevdîtinê de ev agahî da:"Me nêrînên xwe yên li ser rewşa Rojava, pirsgirêkên wê û girîngiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji wan re ragihandin. Rojavayê Kurdistanê îro di pêvajoyeke hesas û gelekî girîng re derbas dibe. Ji bo veguhere hêza motorê ya neteweya Kurd divê destketiyên Rojavayê Kurdistanê bên parastin, xwedî lê were derketin û bê pêşxistin."

Divê ENKS rastiyê bibîne

Şengalî diyar kir ku ya esasî xwedîderketin û parastina destketiyên li Rojava ye û destnîşan kir ku barê dikeve ser milê partiyên li parçeyên din ên Kurdistanê ew e, ku li ser vê bingehê xwedî li wezîfeyên xwe yên welatparêziyê derkevin û destekê bidin şoreşa Rojava. Şengalî got, "Pêwîste hêza bingehîn hêzên li Rojavayê Kurdistanê bin. Divê ENKS jî destketiyan weke destkeftiyên xwe bibîne. Kêmasiyên heyî pêwîste di nava diyalogê de bê çareserkirin."

´Diviyabû em zû bihatana´

Li ser navê heyeta ENKS'ê endamê komîteya navendî ya Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurdên li Suriyê (PPDKS) Elî Şemdîn da xuyakirin ku ji ber hevdîtina bi rayedarên KCK'ê re ew kêfxweş in û destnîşan kir ku heyeta wan bi dilgermî hatiye pêşwazîkirin, hevdîtin di atmosfereke samîmî û dostane de derbas bûye. Elî Şemdîn da zanîn ku KCK li Kurdistanê hêza herî bi bandor e û ji ber ku dikare di çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên navbera MGRK û ENKS'ê de roleke pozîtîf bileyze, wan daxwaza hevdîtinê kirine. Şemdîn diyar kir ku heyeta KCK'ê rexneyên xwe aniye ziman û got, "Hevdîtinek derengmayî bû. Eger me beriya niha hevdîtin bikira, pirsgirêk wê ewçend mezin nebûna. Rexneyên wan di cih de ne."

ANF/QENDÎL