Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Alîkarê Hevserokên Giştî Nazmî Gur, Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyup Dorû, Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan bi Serokkomarê Awûstûrya Heînz Fîscher re hevdîtin kirin. Di hevdîtina li Qesra Serokkomariyê de, polîtîkaya çareseriyê ya HDP’ê, bûyer û qewimînên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin nrixandin. Di hevdîtinê de nûnerên Konseya Kurd a Awûstûryayê (FEYKOM) jî amade bûn. Demîrtaş û heyeta pê re wê starta hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê, bi mîtîngeke mezin a li paytext Viyanayê bide.
VIYANA