Heyeta HDP’ê bi Sekretera Giştî ya Konseya Ewrûpayê (KE) Marîja Pejcînovîc re hevdîtin kir. Heyeta HDP’ê ji Hişyar Ozsoy, Feleknas Ûca û Faîk Yagizay pêk hat.

Di hevdîtinê de mijarên; rewşa şaredariyên Kurdistanê yên qeyûman dagir kirî, hevserokên HDP’ê yên girtî, parlamenter û rêveberên wan ên girtî hatin nirxandin. Her wiha çareseriya pirsgirêka Kurd û rola Ocalan a di çareseriyê de kete rojevê.

Heyeta HDP’ê zextên li dijî xwe, pirsgirêkên girtiyên siyasî li Tirkiyeyê, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê, nêzîkatiya Enqereyê û di têkiliyên bi Tirkiyeyê re berpirsyariyên KE´yê bi bîr xistin.

 

ANF/STRASBOURG