Heyeta HDP’ê ji bo ku bi nûnerên partiyên siyasî, kesayetên navdar û rêxistinan re hevdîtinan pêk bîne di 21’ê Îlonê de çû Başûrê Kurdistanê. Di çarçoveyê de heyetê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîbû. Heyet piştî Barzanî, bi partiyên siyasî re û li Silêmaniyê jî bi Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed re hevdîtin pêk anîbû.

Heyetê, piştî ku hevdîtinên xwe bi dawî kirin, careke din vegeriya Hewlêrê û bi Mesûd Barzanî re ji nû ve civiya. Heta ku nûçeya me dihat amadekirin civînê dewam dikir. 


 HEWLÊR