Heyet ji alîyê Şaredar Abdullah Demirbaş û Alîkarê şaredarê Surê Nakşî Sayar ve hatin pêşwazîkirin. Roja sêşemê serê sibehê Heyeta şaredariya Mevassaret Tsion a Qudusê li şaredariya surê bi şaredar Abdullah Demirbaş re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de Alîkarên Şaredar û Endamên meclisa Surê Nakşi Sayar, Mehmet Ali Altinkaynak, Azize Kutlu, Semra Turan, Ramaazan Çakar, Kemal Guler û Turku Gultekin amade bûn. Di destpêka hevdîtinê de Şaredar Abdullah Demirbaş xêrhatina şaredar û endamên heyeta mêvan kir. Demirbaş di axaftina xwe de behsa têkiliya di navbera gelan de kir. Demirbaş got ku dibe hin problem di navbera hikûmetan de hebin lê tucaran ji bo gelan ne wiha ye, gel her dem di karin hev fêm bikin û bihev re bijîn. Demirbaş behsa dîroka kevin a bajarê Amedê kir ku çawa mînakek bû ji jiyana hevpar ku tê de gelen Kurd, Ermeni, Suryanî Cihû û gele din bê teşqele û problem bihev re jiyane. Şaredarê Mevassaret Tsion Arie Shamam jî kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman û got ku ew xeyalek bû ji bo wî ku bên serdana vî bajarê ku wî ew bi çîrokên bapîrê xwe nas kiribû. Şaredar behsa bajarokê xwe kir û got ku ew bajarok cara pêşî ji alî Kurdekî ve hatiye avakirin û niha jî ji sedî 50 niştecihên wî bajarî Kurdin.
Her wiha der barê şaredariya xwe de got ku bere jî wan têkiliyên çandî û biratiyê bi hin şaredariyên Almanya û fransayê re çêkirine. Shamam divê derbarê de got ku wekî hin dizanin di dîrokê de çiqasî di jinahiya me kirine û çi bi serê Cihûyan de kirine. Lê niha dem dema bihevre jiyan û diyalogê ye , dem dema hevbexşandinê ye.
Shamam di ber dewamiya axaftinaxwe de got ku ew barin dê têkiliyên baş di navbera van herduşaredariyan de jî çêbibin. Her wiha der barê têkiliya di navbera İsrail û Tirkiyeyê de jî got ku her çiqasî hin caran ev têkilî bi nakok xuya bikin jî lê her dem têkiliye kexurt di navbera her du welatan de hatiye meşandin.
Piştî hevdîtina bi Demirbaş re heyet li salona meclisa şaredariyê bi endamên meclisa (Kirkleran) re hatin ba hev û çîrokên ji yana hevpar a bav û kalan livî bajarê kevnar hatin gotin. Çîrokên jiyana di navbera gele herêmê de ku çawa bi têkiliyê biratî bi hevre jiyan kirin.

DÎHA/AMED