Şanda Kongreya Netewîya Kurdistan (KNK) a ji Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Rojan Hazim, Endamê Konseya KNK’ê Refîq Xefûr, Endamê KNK’ê Nasir Resûlî û nûnerên KNK’ê yên Herêma Kurdistanê Ferhat Dostkî û Xebat Mihemed pêkdîhat duh li Kerkûkê bi saziyên civaka sivîl re hatin gel hev.
Seminer di demjimêr 15:00’an de bi rêzgirtina ji bo şehîdên enfalê û tevayî şehîdên doza azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Axaftina destpêkê ji aliyê Berpirsa Yeketiya Jinên Kurdistanê li Kerkûkê Sîrûd Abdullah hate kirin. piştî axaftina Sîrûd Abdullahd, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Rojan Hazim, Endamê Konseya KNK’ê Refîq Xefûr, Endamê KNK’ê Nasir Resûlî têkildarî xebatên KNK’ê axiftin kirin. Di axaftinên xwe de balkêşandin ser giringiya KNK’ê ji bo yeketiya netewî ya gelê Kurd û xebatên wê yên 15 salan.
Piştî kû axaftinên têkildarî nasandina KNK’ê û xebatên wê qediyan, endamên şanda KNK’ê bersîv da pirsên nûnerên saziyên civakî yên têkildarî xebatên KNK’ê de. Li ser navê hemû saziyên civakî yên Kerkûkê Sîrûd Abdullah ji bo serdana şanda KNK’ê ya ji bo Kerkûkê keyfxweşîya xwe anî ziaman. Seminer nêzî demjimêrek û nivê berdewam kir
Şanda KNK’ê piştî semînerê di demjimêr 17’00’an de çû serdana navenda Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK). Şand ji aliyê Hevseroka PÇDK’e Necîbe Omer û endamên partiyê ve hatin pêşwazî kirin.
KERKÛK