Heyeta KNK’ê, li navçeya Xûrmatû ya ser bi wîlayeta Selahaddîn a ku Kurd, Ereb û Tirkmen lê dijîn û di dema dawî de bi şerê navbera pêşmerge û milîsên Şîa Heşd El Şabî de ket rojevê, dest bi lêkolînan kir.
Heyeta ku Pervîn Ezîz Seîd serokatiya wê dike, ji Şukrûllah Hemed Emîn, Ferhat Dostkî, Fûat Zindanî û Yûsûf Mûhammed pêk tê. Heyeta KNK’ê di destpêkê de bi Qeymeqamê Xûrmatû Şelal Abdul re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku niha rewşa li navçeyê aram e, lê belê Hêzên Bedir û Hîzbûllahê li navçeyê tûgayek ku di nav de mirovên ji navçeyê jî hene ava kirine, her wiha 6-7 komên ser bi Heşd El Şabî hene, ev kom serbixwe jî tevdigerin, lewma welati bi tirs û fikar in.
Heyeta KNK’ê wê bi nûnerên YNK, PDK, Yekgirtû, Şûî û Tevgera Goran re jî hevdîtinan bike. Dûre wê li taxên şer lê qewimî lêkolînan bike û bi gel re biaxive. Heyet wê çavdêriyên xwe bi raporekê ji raya giştî re aşkera bike.
KERKÛK