Ji aliyekî din ve li gorî agahiyên ji niştecihên bajarê Himsê li taxên Xalidiye û Beyada roja çarşemê ji ser sibehê de dengê teqînên bênavber tê û serdagirtina malan ji alî hêzên dewletê ve berdewam dike. Li gorî çavkaniyên dewleta Sûriyeyê jî roja Sêşemê 14 kesên sivîl ji Humsê hatine revandin û paşê jî bi destê (komên çekdar) hatine kuştin.
Nerazîbûnên navnetewî  
Ji aliyekî din ve nerazîbûnên navnetewî li dijî rejîma Sûriyeyê berdewam dikin. Li gorî çavkaniyên dîolomatîk ên rojavayî hin welatên ewropayê pêşnûmeyeke nû ji bo ambargo û kirinên nû li dijî rejîma Sûriyeyê amade dikin. Li gorî ajansa Reyters’ê dibêje ku nusxeyek ji vê pêşnûmeyê gihiştiye destê wan. Li gor Reuters’ê di pêşnûmeyê de kirinên li dijî Beşar Esad û 22 kesayetên din ku navê hin berpirsên istixbaratê jî di nav de heye, hatine kirin. Amerîkayê bi hemû hêza xwe dixwaze ku di demek lezgîn de vê pêşnûmeyê pêşkêşî konseya ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî bike.
Hat ragihandin ku Balyozê DYA’yê yê Şamê Robert Ford  serdana bajarê Cassemê yê Sûriyeyê kiriye ku ev bajar 30 kîlometir ji Girên Golanê dûr e.

Li gor nûçeya li Reutersê hat weşandin, Ford li bajarê Cassemê geriyaye ku di meha Gulana borî de yekîneyên girêdayî Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad di dema xwepêşandanan de 12 kes kuştibûn.

ŞAM