Heyeta Rojavayê Kurdistanê ya li Moskowayê ye, bi Partiya Demokratîk a Lîberal a Rûyayê re hevdîtin kir.
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim û Nûnerê PYD’ê yê Rûsyayê Abdulselam Elî yê ji bo tevlîbûna Konferansa Kurd a Navneteweyî li paytexta Rûsya Moskowayê ne, li Parlamenta Rûsyayê Dûma, bi heyetek bi serokatiya Alîkarê Serokê Partiya Demokratîk a Lîberal a Rûsyayê Aleksî Dîdenko re hevdîtinek kir.
Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat ragihandin, ku hevdîtin ji bo her du aliyan erênî derbas bûye û bal hat kişandin ser girîngiya hevdîtinên bi vî rengî. Heyeta Rojavayê Kurdistanê, heyetek ji Rûsyayê vexwend Kantonên Rojavayê Kurdistanê.
Bi xwendekaran re civîn
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim û Nûnerê PYD’ê yê Rûsyayê Abdulselam Elî yê ji bo tevlîbûna Konferansa Kurd a Navneteweyî li paytexta Rûsya Moskowayê ne, li Navenda Çanda Kurd bi xwendekaran re di panela bi navê “Di Xweseriya Demokratîk de rola Jinê” civiyan.
Di panelê de gelek xwendekarên zanîngehê amade bûn. Li ser mijarên, sîstema xweseriya demokratîk a Kurd dixwazin li Rojava ava bikin û rola jinê ya di vê sîstemê de diyalog hatin kirin.
Panel ji ber tevlîbûna zêde bi derengî destpê kir û bi şêweyê pirs-bersivan dewam kir. Piştî panelê xwendekaran bi endamên heyetê re wêne kişandin û ji bo karibin bi Rojava re hîn xurttir têkiliyê deynin, navnîşanên têkiliyê wergirtin.
MOSKOVA