Şandeya Kurd bi rêveberên Yekîtiya Sendîkeyên Îtalî re civiya. Şandya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed, Berpirsiyara Têliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Suryanî Rîma Seîd û Endamê Komîteya Karûbarên Siyasî ya Meclîsa Zagonsaz Ebdilkerîm Umer pêk dihat, bi rayedarên Îtalî yên wekî Birêveberê Giştî ya siyasetên derve Lecpoldo Tartadlia, Kordînasyonê têkliyên giştî ya Yekîtiya Sendîkeyan Sergoio Bassoli ve hevdîtin pêk anîn.


Rewşa herêmê rave kirin

Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hate nirxandin. Şandeya Kurd derbarê rewşa Rojava û Suriyê de agahî dan û anîn ziman ku ji ber ambargoya ji gelek aliyan ve danîne ser Rojava zehmetiyan dikşînin. Endamên Yekîtiya Sandîkeyê yên Îtalî jî diyar kirin ku aloziya Sûriyê bandoreke neyînî li Îtaliya jî kiriye û xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di parastina herêmên ku di bin kontrola wê de ne spas kirin.

Ji Îtaliyayê soza piştgiriyê

Rêveberê Giştî yê siyasetên derve Lecpoldo Tartadlia di axaftina xwe de got ku piştî Îtaliya serokatiya Yekîtiya Ewrûpayê wergire dê bêhtir piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike. Her wiha şandeya rêveberiyê bi Serokê Sendîkeya Karkerên çep Vincenzo Malggi û gelek rayedar û rêveberên Yekîtiyê û li gel şopandina ragihandinê ya radiyo Aundarisa civiyan. Di civînê de Serokê Sendîkeyê diyar kir ku ew piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin. Piştre şandiya rêveberiyê civîneke çapemeniyê derbarê rewşa Rojava û Sûriyê de lidar xist. 

ANHA/ROMA