Şiwexwendina min ne lîrîk; bênewa, hebekî hişk û ji rêzê be jî, min xwe fêrî xwednina ‘teatrel’ nekir. Helbestkarin hene,di kêlîka xwendinê de ji hunermendên stiranbêj bêhtir, nola mayistroyê rêveberê orkestrayekê, li ser dikê dest û piyên xwe di ber xwendina helbestê re li ba dikin.. Heçî ez, teqez vedigerim kêlîka helbestnîvîsînê. Serbest be jî, dizanim ku her helbest xwedî mûzîkeke hûndirîn, harmoniyeke li hevhatî, newayeke xweser e. Dîsa jî, piştî xwendina helbestê li Slêmanî dostekî min nezî min bû, bi dilsozî got, ‘ tu qatilê helbesta xwe yî’!
Meriv dikare ‘qatilê’ tiştekî ku ne tenê ji hizr û hest û dilînên xwe; qetek ji xwe, ji rûhê xwe, ji heyîna xwe be, bikuje?
Piştî hizîrîneke kurt, di bin simbêlan re bijirîbûm û min jê re gotibû, ‘Tu mafdar î’.Tu mafdar î; ji ber ku guhên te fêrî newaya qesîdeyî ne, ne newaya helbestê!’
Di otobosa li ser riya bi çiv û çivanok a ku keviya Gola Hezarê dialast de, ji rêwiyan rêwiyek bûm. Baş bû ku cihê min li hêla çepê, li ber camê bû. Bi qasî kum in nekarî bibînim ka çend kîlometr maye ji bajêr re, wisa dixuya ku em ketibûn nava tixûbê Xerpûtê. Bêyî ku hevalê li kêleka xwe aciz bikim, min xwe hebekî bi aliyekî kir û min avirên xwe xistin nav çavên ava golê: Ava bêpêl û bêlept wêneyê ezmanê mîna çavşînekekê heşîn li tevî ewrên spî spî hevrîşmî, bi temtêla kevalsazakî jîr, ku bi giranî di wêneyan xwe de şîn û sipî bikar bîne, wisa bêqisûr ewr û ezman wenandibû. Min xwe xwe got, ‘ Xweza wênasazekî ku heft şûnikan li şûna Picasso bixe ye. Dewlemendên hûnerdost û hunerhez milyon dolaran di kevalê wênesakî de didin, da bi hîmê qesra xwe vekin û li wir biparêzin; lê em ( ya rast dîsa ew, ew ên xwedî pere û kargeh) xwezaya ku her keviyeke wê spehîtiya bihiştê dixe bîra meriv, her roj ji bo bidestxistina bijûna erzan, bi santralên termîk, bi şûşeyên plastîk û poştên ku piştî sed salî veguherin, bibin qetek ji xwezayê; dilewitînin.
Huner bi taybetî helbest mirov ji kirêtiyên lêvedayî dinisilîne.
Û ez, ez ê xwediyê 7 dîwanan, carcarinan nikarim helbestine xwe ji ber bixwînim. Mixabin, bîra min a nava û a helbest ê qels e. Çendî hewl didim, dikim nakim, helbesta ku ez ê li Dêrsimê ji amedebûyan re bixînim, helbesta bi navê ‘Heyrano’ bi tewahî nayê bîra min. Hew benda destpêkê ji ber dixwînim:
Ji Çiyayê Tûjik
-ku bi çil kqevzî çil çav-
Ji te re anîme ev çeng av.
Ka vexwe, heyrano
Tu tî yî, tu tî
Û tu birîndarî jî
Heyyyyy
Raaaa
Nooooooo!
*Ji dîwana ‘Ew çiya rûspî ne’, Wş.Avesta
HEYRANO*