Heyetek ji Şaxa Heyva Sor a Kurd a Qamişlo li gel doxtorên pispor ên nexweşiyên hundirîn, dil, hestî re çûn Dibistana Ebdilwehap Meqsud a li Taxa Xerbî. Heyetê li vir malbatên penaber ên ji Şam û Helebê hatine lê dimînin ziyaret kirin. Doxtorên di nava heyetê de penaberên nexweş muayene kirin, her wiha derman û şîrê zarokan dan malbatên ku pêdiviya wan pê hebû.

Serokê Giştî yê Heyva Sor a Kurd Şemdîn Şemdîn li vir axivî û bal kişand ser êşên malbatên penaber dijîn û penaberbûna wan. Şemdîn, diyar kir ku wê Heyva Sor alîkariya derban û şîrê zarokan bide malbatên paneber. 

QAMIŞLO