Li Rojavayê Kurdistanê Saziya Alîkariyê Heyva Sora a Kurd ku bi armanca çareserkirina pirsgirêkên gel hat avakirin, li gorî derfetên heyî hewil dide pêdiviyan bi cîh bîne. Komek ji doktor û xebatkarên tendurustiyê yên saziya Heyva Sor a Kurd li bajarê Amûdê çû serdana malbatên ku ji herêmên cûda koçberî Amûdê bûne. Pijîjkan nexweşên wan kontrol kirin, herweha derman li nexweşan belav kirin. Yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurd Doktor Baran Hemê diyar kir ku ew ê xebatên xwe bê navber dewam bikin û bang li saziyên navneteweyî kir da ku destê alîkariyê dirêjî Rojavayê Kurdistanê bikin.
Rêveberê Heyva Sor a navçeya Bilbilê Mihemed Oso jî ji hemû kesên xwedî derfet xwest ku bi rêya saziya Heva sor a Kurd li gel xwedî derkevin.
ANF/AMÛDÊ