Li nêzî gundê Kulunç ji bo 10 hezar Kobaniyan konbajar hat avakirin û alîkariyên din jî birin depoya Garaja Şaredariyê û dê wan jî li Kobaniyan belava bikin. Endamê Meclîsa DBP'ê û Endamê Koordînasyona Navenda Şengal û Rojava Huseyîn Yilmaz diyar kir ku piştî koçberiyê dest pê kir xebatên koordîsayonê ava kirin û di nava koordînasyonê de partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî jî hene.

Amadekariyên konbajarek nû

Yilmaz anî ziman ku li Pirsûsê 5 konbajar avakirine û niha amadekariyên konbajareke din dikin û piraniya hewcehiyên xwarin û kincan ên Kobaniyan piranî ji aoliyê Heyva Sorî şaredariyên DBP'î û welatiyên xêrxwaz ve pêk tên. Yilmaz da zanîn ku ji bo gelê Şengal û Kobanê bi rihê seferberiyê dixebitin û wiha got: "Em ji bo Kobaniyan konbajarê nû ava dikin. Heyva Sor hezar û 200 kon şandin em dê bi wan ava bikin. Ligel astengiyên dewleta Tirk derdixe jî em bi alîkariyên tên hewcehiyên Kobaniyan bi cih tînin."


 DIHA/RIHA