Heyva Sora Kurdistanê ya Ingilistanê: Tu jî beşdar bibe!
DÎREN DÎCLE ERDEN/LONDON
Kampanya “xwişk û bira” (Hevmalî Xweşhalî ye) ya HDP'ê da destpêkirin û Heyva Sor a Kurdistanê ya Ingilistanê jî dimeşîne di nava hefteyekê de 200 malbat kirin hevmalên hev. Heyva Sor a Kurdistanê ya Ingilistanê bang li gelê Kurd û dostên wî kir û xwest beşdarî kampanyayê bibin û got, “Gelê me di mijara koronayê de mexdûr e, û ji bo em karibin birînên wan derman bikin, divê em piştgiriyê mezin bikin û bi malbatan re bibin xwişk û bira.”
Meclîsa Gel a Kurd a Ingilistanê, Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber GIK-DER û Komeleya Kurecikiyan gelek dewrûber jî bi Heyva Sor a Kurdistanê ya Ingilistanê re pişikdariya kampanyayê dikin.
Beşdarên kampanyayê yek bi yek telefonî malbatan dikin, hem qala zehmetiyên gel ên ji ber vîrusê dikin, hem jî qala girîngiya piştgirî û destekê dikin. Xebata em qala wê dikin li Galiyayê û Skoçyayê, û li bajarên Ingilîstanê Brighton, Hull, Liverpool, Exeter û Londonê jî tê meşandin.
Heyva Sor a Kurdistanê ya Ingilistanê der barê rewşê de got, “Em gelek in ku dewleta me tineye. Hêza me ya herî mezin gelê me ye û saziyên wî ne. Hêzên em ji wan re dewlet dibêjin, îro gelê me wisa li naverastê hiştine û ya rastî hema hiştine da ku bimire. Binêrin dewlet li Bakurê Kurdistanê kesî test jî nake. Faşîzm di vê şewbê de jî li ser kar e. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê rewş ji bo xwe weke firsend dîtiye û dixwaze Kurdan wilo neçar bihêle.
Li Rojavayê Kurdistanê jî gelê me bi îmkanên xwe makîneyeke testê ya kêm dimîne çêkiriye, lê qe nebe em dikarin bi awayekî xwe biparêzin. Pirsgirêkên giran ên gelê me hene. Em ê vê pêvajoya zehmet bi piştgirî û alîkariyê li dawiyê bihêlin.”
Heyva Sor a Kurdistanê ya Ingilistanê bang li gelê Kurd û dostên wan kir da ku beşdarî kampanyaya malbatên xwişk û bira bibin, bibin hevmal û ji bo vê jî alîkariyê bikin.
Kampanya wê sê mehan dewam bike
1- Kes yan malbata hevmal wê 3 mehan alîkariyê dewam bike û bi kêmanî wê ji bo malbatekê mehane 100 pound bê dayîn.
2- Têkiliyên malbata wê alîkariya wê bê kirin wê ji Heyva Sor a Kurdistanê werin girtin.
3- Kesê bixwaze alîkariyê bike dikare bi xwe jî bişîne û dikare bi navbeynkariya Heyva Sor a Kurdistanê jî alîkariyê bişîne.
Ji bo beşdarbûna kampanyayê agahiyên hewce li jêr in:
Brîtanya
Kurdish Red Moon (Heyva Sor a Kurdistanê)
Fairfax Hall 11 Portland Gardens London N4 IHU
Tlf: 0044 7780 179787
E-mail: heyvasorakurdistane2012@gmail.com
Registered Charity No: 10 93 741
Company No: 42 85 714
The Co-operative Bank
Bank Sort code: 089299
Bank Account No: 65863091
IBAN: GB55 CPBK 0892 9965 8630 91
BIC: CPBK GB22
http://heyvasoruk.org/