Tellî da zanîn ku girtina navendên çandan dişibe kiryarên hikûmeta Hîtler û derbarê vê yekê de wiha axivî: “Bi rastî hikûmeta AKP’ê û xebatên wan dişibin hikûmet û xebatên Hîtler. Ji bo na vê yekê jî ez di navbera Hîtler û hikûmeta AKP’ê de tu cûdahiyan nabînim.”

Li vî welati çanda hûmanîzmê tuneye

Tellî got ku niha di welatê ku tê de dijîn de hêj jî çanda hûmanîst tuneye û wiha peyivî:” Loma yên li welatê xwe hûmanîzm avanekirin, hûmanîzma xwe pêş ve nebirin li hemberî çanda hûmanîzma gerdunî derkevin. Em nizanin ku ev êrîş dê çiqas berdewam bikin, lê em ê bi hev re bijîn û bibînin ev dê çiqas berdewam bikin. Lê divê em ji bîr nekin ku hêza hişê çandê hêza hiş û tundiya faşîzmê mezintir e.” 


 ENQERE